Rûsya: S-300 li Sûriyeyê ne li dijî hevkara me Îsraîlê ne

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ragihand ku dê sîstema parastina ezmanî S-300 radestî Sûriyeyê bike û ev fûze ne li dijî Îsraîlê ne ku wek hevkara xwe bi nav dike.

Rûsya: S-300 li Sûriyeyê ne li dijî hevkara me Îsraîlê ne
25 îlon, 2018   11:45

روسيا: إس 300 في سوريا ليست موجهة ضد شريكتنا إسرائيل

NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberê beşa qedexekirina belavbûn û çavdêriya biçekkirinê ya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Vladimîr Yarmekov îro piştrast kir ku şandina sîstema parastina ezmanî ya S-300 ji Sûriyeyê re ne li dijî Îsraîlê ye.

Li gorî nûçeyeke ajansa Spûtnîkê, Yarmekov ji rojnameyan re axivî û wiha got: "Ev şandin, bêguman ne li dijî Îsraîlê ne, ew hevkara me ye."

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn duh serokê Sûriyeyê Beşar El-Esed agahdar kir ku dê sîstema fûzeyan S-300 radestî Sûriyeyê bikin, nemaze piştî hefteyekê ji xistina balafira Rûsyayê li hemberî berava Sûriyeyê.

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergî Şoygo jî di demeke borî de diyar kir ku di vê hefteyê de bi fermana Pûtîn dê sîstema parastina ezmanî S-300 radestî Sûriyeyê bikin.

Pisporan diyar kir ku pêkan e di vê demê de kadroyeke rêvebirina vê sîstemê were peydakirin, ev yek tê wateya ku ev sîstem dê ji aliyê leşkerên Rûsyayê ve were birêvebirin.