'Piştî 7 salan guncawbûna xeta sêyemîn piştrast bû'

Hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso diyar kir ku xeta sêyemîn a ku partiya wan di aloziya Sûriyeyê de xwe spartiye wê, îspat kir ku herî zêde guncaw e. Di heman demê de aliyên ku qaşo xwe wek opozîsyon bi nav dikin îradeya xwe radestî hêzên derve kir. Eyşe Hiso destnîşan kir ku Berxwedana Serdemê li hemberî komploya Tirkiyeyê bi ser ketiye.

'Piştî 7 salan guncawbûna xeta sêyemîn piştrast bû'
'Piştî 7 salan guncawbûna xeta sêyemîn piştrast bû'
'Piştî 7 salan guncawbûna xeta sêyemîn piştrast bû'
25 îlon, 2018   11:32

HESEKÊ

Di çarçoveya çalakiyên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li devera Til Temir a girêdayî kantona Hesekê ya Bakurê Sûriyeyê de bi boneya 15'emîn salvegera damezirandina PYD'ê û bi dirûşma "Bi rihê Berxwedana Serdemê em 15'emîn salvegera damezirandina PYD'ê pîroz dikin" civînek hate lidarxistin.

Rêveber û endamên PYD'ê yên devera Til Temirê û bi dehan welatiyên deverê beşdarî civînê bûn.

Di civînê de endamê PYD'ê Osman Xelîl 15'emîn salvegera damezirandina PYD'ê pîroz kir û piştrast kir ku dê têkoşîna xwe li ser rêya şehîdan heta pêkanîna demokrasiyê û azadiyê berdewam bikin.

Di civînê de hevseroka PYD'ê Eyşe Hiso axivî û behsa geşedanên dawîn ên herêmê kir û nêrîna PYD'ê ya pêşeroja aloziya Sûriyeyê vegot û wiha anî ziman: "Em wek endamên PYD'ê di aloziya Sûriyeyê de me daxwazên gelê Sûriyeyê di azadî û demokrasiyê de bi baldarî li ber çavan girtin û bi taybet piştî ku destwerdana derve di aloziya Sûriyeyê de zêde bû û aliyên ku xwe wek opozîsyona Sûriyeyê bi nav dikin, xwe bi aliyên derve ve girêdan. Ev alî jî li gorî ajande û berjewendiyên van hêzên derve di Sûriyeyê de tev geriyan û îradeya xwe jî radestî van aliyên derve kir."

Eyşe Hiso di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Aliyên ku xwe wek opozîsyon bi nav dikin, ji destpêkê ve xwest şoreşa gel veguherin şerekî çekdar da ku aloziya Sûriyeyê kûrtir bibe. Ev vebijêra leşkerkirina şoreşê tu çareserî ji aloziya Sûriyeyê re peyda nekir û berovajî wê alozî kûrtir kir û rewşa welatiyên Sûriyeyê dijwartir bû."

Girêdayî mijarê û xebatên PYD'ê di nava aloziya Sûriyeyê de Eyşe Hiso axaftina xwe wiha domand: "Em wek PYD, me xeta sêyemîn pejirand û me xwe spart bîrdoziya biratiya gelan, nemaze ji bo mozaîka Sûriyeyê bê parastin. Piştî 7 salan ji şoreşê îspat bû ku xeta sêyemîn herî zêde guncaw e û dikare daxwazên gel pêk bîne."

Eyşe Hiso girêdayî dagirkeriya artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li Efrînê wiha destnîşan kir: "Tirkiye û dewletên alîkariya wê dikin di êrîşa li dijî Efrînê de hêza xwe ya aborî, civakî, siyasî û leşkerî winda kiriye û bi hemû çekên xwe yên pêşketî hewl dide derbeyê li projeya demokratîk bide. Lê bi saya berxwedana efsaneyî ku li Efrînê hatiye meşandin, komploya Tirkiyeyê têk çûye û niha bi lawazbûneke siyasî û aborî re rû bi rû maye."

Eyşe Hiso da zanîn ku Erdogan rewşa lawaz a Tirkiyeyê baş nas dikir û ji ber vê yekê hilbijartin pêşve hildan da ku xwe ji aloziyeke mezin rizgar bike.

Eyşe Hiso da zanîn ku konferansên derve yên li Cinêv, Astana û Soçiyê û gelek deverên din têk çûne û ev jî gaveke hêzên derve ya ji bo dirêjkirina temenê aloziya Sûriyeyê ye da ku berjewendiyên xwe biparêzin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Wek PYD em ê têkoşîna xwe li ser rêgezên azad, demokrasî, biratiya gelan û parastina rewa berdewam bikin û dê destkeftiyên ku gelên herêmê bi dest xwe ve anîne, biparêzin."

ANHA