Pêkhateyên Serêkaniyê: Rizgarkirina Efrînê û Sûriyeyê ji dagirkeriya Tirkiyeyê erka me ye

Şêniyên Serêkaniyê û Zirganê, bi armanca şermezarkirina kiriyarên artêşa Tirk û çeteyên wê li Efrînê meşek li dar xistin.

Pêkhateyên Serêkaniyê: Rizgarkirina Efrînê û Sûriyeyê ji dagirkeriya Tirkiyeyê erka me ye
Pêkhateyên Serêkaniyê: Rizgarkirina Efrînê û Sûriyeyê ji dagirkeriya Tirkiyeyê erka me ye
Pêkhateyên Serêkaniyê: Rizgarkirina Efrînê û Sûriyeyê ji dagirkeriya Tirkiyeyê erka me ye
Pêkhateyên Serêkaniyê: Rizgarkirina Efrînê û Sûriyeyê ji dagirkeriya Tirkiyeyê erka me ye
25 îlon, 2018   11:08

HESEKÊ

Pêkhateyên Serêkaniyê û Zirganê(Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Çeçen), bi armanca şermezarkirina kiryarên hovane yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê û piştgiriya Efrînê meşek li dar xistin.

Meş  ji ber meclisa Mala Gel a Serêkaniyê destpê kir heta kolana navendî ya bajar dewam kir. Di meşê de dirûşmên “Efrîn em heta dawiyê bi te re ne” hatin berzkirin. Her wiha pankartên bi nivîsên “Rizgarkirina Efrînê û rizgarkirina Sûriyeyê ji dagirkeriya Tirkiyeyê erka me ye”, “Na ji guherandina demografyaya Efrînê re” hatin hildan.

Meş  li kolana navendî ya bajar veguherî mitîngê. Mitîngê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê hevseroka meclisa bajarê  Serêkaniyê Rîhan Xelîl axivî û destnîşan kir ku azadiya gelan û pêkanîna pîvanên neteweya demokratîk yek ji pîvanên sereke yên gelê herêmê ye û wiha pê de çû:” Ji ber wê her kes li Bakurê Sûriyeyê ji bo rizgarkirina Efrînê çalakiyan li dijî dagirkeran li dar dixin û ev yek jî erkek e, ji ber ku armanca dewletên desthilatdar guhertina demografyaya Sûriyeyê ye û bi rêya komên xwe yên çete xaka wê dagir bikin û civakê ji hev bixin.”

Mitîng bi dirûşmên silavkirina biratiya gelan û berxwedana Efrînê bi dawî bû.

(sx/kc)

ANHA