ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24.09.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24.09.2018
24 îlon, 2018   04:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tunekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Şêniyên Kobanê cenazayê şehîd Egîd Kanya Kurdan li goristana Şehîd Dicle oxir dikin. Li Dêrikê jî du şervanên YPG‘ê li goristana Şehîd Xebat têne oxirkirin. Saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê meşek li dijî dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê tê lidarxistin. Saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi boneya salvegera damezirandina partiyê li hola Reşo ya bajarê Hesekê saet 15:00 û li navenda Meclisa Malbatên Şehîda a navçeya Til Temir saet 16:00 civînana li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Omer Mardo ku bavê wî ji komkujiya ermeniyan xilas bû, piştî 60 salî ji zarokên xwe re got ew ermenî ne. Omer jî zivirî ser çanda xwe û zarokên xwe di mal de bi ziman û çanda wan mezin dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên gundewarên Dêrazorê, piştî ku ji komên çete hatin rizgarkirin bi armacna xwe birêvekirina meclisa xwe bi navê "Meclisa Sivîl a Dêrazorê" damezrandin. Meclisê di nava salakê de, di her qadan de gavên mezin avêtin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hiqûqnasên herêma Şehbayê, diyar kir ku dewleta Tirk bendên hevpeymanên navdewletî yên girêdayî mafê mirovan binpê dike û tekez kir mafê her girtiyekî ye ku bi parêzerên xwe hevdîtinan bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekitiya Mamosteyên herêma Tebqayê piştî konferansa damezrîner ku 19‘ê Îlonê hatibû lidarxistin, dest bi pratîkkirina biryarên konferansê dike, her wiha pilansaziyên demên pêş diyar dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Bi çekên sivik li hemberî teknîka herî  pêşketî sekinîn û 4 caran gundê Hac Bîlal ê li ser sînor  rizgar kirin û derbeyên giran li çeteyan dan.  Berxwedaniya xwe li gundê Senara û Enqlê dewam kirin, li hemberî têkoşîna wan dagirkeran cesaret nekirin ku yek gavê pêş bikevin, lewra balafir û top xistin dewrê de. Ev jî yek çîroka lehengekî Berxwedana Serdemê "Evend Endok ê ji Helebê ye".(BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Ezîz Ehmo diyar kir ku tîfaqa di navbera rêjêma Sûriyeyê, Rûsya û Tirkiyê de, agirbesteke dê wekî yên berê têk biçin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Koordînatora Giştî ya Meclîsa Jinên Sûriyeyê Lîna Berekat  got: "Komên terorîst her tim li kesên di civakê de aktîv didin, ew kes jî jin e, DAIŞ û dewleta Tirk vê yekê dikin." Lîna Berekat tekez kir ku kiryarên bi vî rengê serdemên cahiliyetê têne bîra mirov. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Akademiya Jiin a Mezreya Tişrîn dewreyeke nû ya perwerdeyê vedike. Saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Seroka Buroya Jin a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Sûad Xelo diyar kir armanca buroyê aktîvkirina rola jin di qada siyasî de û got, pêwîste hemû sazî rola jin di her qadan de akît bike.

CIVAK Û JIYAN

-Hevseroka Meclisa Sivîl a Dêrazorê Leyla El-Hesen destnîşan kir ku armanca avakirina meclisê birêxistinkirin û xizmeta civakê ye û got, gelek projeyên wan ên xizmeta herêmê hene. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şaredariya navçeya Rojava ya bajarê Qamişlo, piraniya projeyên xwe beriya zivistanî bi dawî kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA