Li herêma Cizîrê bi boneya salvegera damezirandina PYD‘ê civîn hatin lidarxistin

Bi boneya salvegera 15‘emîn a damezirandina PYD‘ê li Amûdê û Qamişlo civîn hatin lidarxistin û têkoşîna partiyê hate parvekirin.

Li herêma Cizîrê bi boneya salvegera damezirandina PYD‘ê civîn hatin lidarxistin
Li herêma Cizîrê bi boneya salvegera damezirandina PYD‘ê civîn hatin lidarxistin
Li herêma Cizîrê bi boneya salvegera damezirandina PYD‘ê civîn hatin lidarxistin
Li herêma Cizîrê bi boneya salvegera damezirandina PYD‘ê civîn hatin lidarxistin
Li herêma Cizîrê bi boneya salvegera damezirandina PYD‘ê civîn hatin lidarxistin
Li herêma Cizîrê bi boneya salvegera damezirandina PYD‘ê civîn hatin lidarxistin
23 îlon, 2018   19:09

QAMIŞLO

Civîn li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo bi dirûşmeya "Bi rihê  Berxwedana Serdemê em ê salvegera 15‘emîn a damezirandina PYD‘ê pîroz dikin" hate lidarxistin.

Bi sedan endamên partiyê, tevî Hevseroka Partiyê Ayşa Hiso di civînê de amade bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê li ser giyanê şehîdan. Hevseroka PYD‘ê Eyşa Hiso axivî û salvegera partiyê pîroz kir û şehîdên wê bi bîr anîn.

Ayşa Hiso, bal kişand li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li hemberî Efrînê û got: "Ne tenê Tirkiyê êrîşî Efrînê kir, lê destê hemû hêzên NATO di êrîşê de hene. Ji me tê xwestin ku em ê têkoşîna xwe mezin bikin ta dagirkeran têk bibin."

Hevseroka PYD‘ê di berdewama nirxandinan de anî ziman ku ji destpêka aloziya Sûriyey ve du hêz li beramberî hev din şer dikirin, opozisyona yek reng a ku xeta tundiyê da meşandin û rêjîmê ya ku siyaseta kuştin û wêrankirinê da meşandin, herdu jî niha bê îrade mane.

Ayşa Hiso, destnîşan kir ku opozisyon xwe xist hembêza Erdogan, herdu jî hewl dide Sûriyeyê parçe bikin, Efrîn beşek ji Sûriyeyê, ne tenê Efrîn, di heman demê de, Idlib, Bab, Cerablus, Ezaz di encamên lihevkirinên navdewletî Tirkiyê, Rûsya û Îranê hatin dagirkirin.

Ayşa her wiha tekez kir ku "Piştî 8 salan ji temenê aloziya Sûriyeyê derket hollê ku ne rêjîm û ne jî opozisyon dikarîn dawî li aloziyê bînin, projeya me ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk çareseriya herî guncaw a ji bo aloziyê ye."

Hevseroka PYD‘ê Ayşa Hiso, diyar kir ku armanca Tirkiyê ya dagirkirina Efrînê têkbirina projeya demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ye, Erogan tazîmetan dide Rûs û Îranê da ku Efrîn radest nekin, lewra jî dixwaze hebûna xwe li Sûriyeyê xurt bike û xewna împratoriya Osmanî zindî bike."

AMÛDÊ

Li navenda Çand û Hunerê ya navçeya Amûdê jî bi heman armancê civîn li dar ket.

Di civînê de endamê Desteya Rêveber a PYD‘ê Telet Yûnis, endama Mecilsa Giştî ya PYD‘ê Ahîn Şiwêş, rêveberê partiyê li navçeya Amûdê Ekrem Ferso û hemû endamên partiyê yên navçeyê amade bûn.

Telet Yûnis salvegera partiyê pîroz kir û dîroka partiyê, armancên wê, têkoşîna da meşandin vegot.

Telet Yûnis anî ziman ku ji destpêka şoreşa Sûriyeyê welatên herêmî û navdewletî dest li karûbarê Sûriyeyê wer didin û bûne sedema aloziya heyî.

Yûnis, diyar kir ku hemû civîn û kongreyên navdewletî ên bi navê çareserkirina aloziyê ti encamp negirtin, berevajî wê, rewş aloztir kirin û wiha got: "Hemû welat li gorî berjewendiyên xwe destwerdanê dikin, heya niha ti xizmet ji bo gelê Sûriyeyê nekirine."

Telet Yûnis, bal kişand li ser dagirkirina Tirkiyê li herêmê û ev tişt anî ziman: "Armanca tekane ya Tirkiyê astengkirina projeya Netewa Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ye, dagirkirina Efrînê yek ji mînakên vê yekê ne, ku dewleta Tirk şerê çand û guherina demografî didomîne."

Endamê Desteya Rêveber a PYD‘ê Telet Yûnis di dawiya axaftina xwe de banga parastina destkeftiyên gel da.

ANHA