Li gundewarên Hecînê 5 çete hatin kuştin

Balafirên Koalîsyona Navneteweyî baregeheke çeteyên DAIŞ`ê li gundê El-Şecil ê girêdayî herêma Hecîn kir hedef. Di encamê de 5 çete hatin kuştin.

Li gundewarên Hecînê 5 çete hatin kuştin
23 îlon, 2018   12:50

DÊRAZOR

Nûçegihanê ajansa me ANHA`yê ku pêngava dawîn a hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê li dijî çeteyên DAIŞ`ê dişopîne, diyar kir ku beriya çend kêliyan balafirên Koalîsyona Navneteweyî li ser baregeheke çeteyên DAIŞ`ê li gundê El-Şecil êrîşek pêk anî. Di encama wê de 5 çete hatin kuştin.

Hemleya şervanên QSD`ê bi hevkariya Koalîsyona Naneteweyî li dijî çeteyên DAIŞ`ê li rojhilatê çemê Firatê didome.

(bx)

ANHA