Rûsyayê Îsraîl bi xistina balafiran xwe tawanbar kir

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Igor Konashenkov ragihand ku Îsraîl bûye sedema xistina balafirên wan û detayên bûyerê jî diyar kirin.

Rûsyayê Îsraîl bi xistina balafiran xwe tawanbar kir
23 îlon, 2018   12:58

NAVENDA NÛÇEYAN

Igor Konashenkov der barê sedemên ketina balafira Rûsyayê li Sûriyeyê de civîneke çapemeniyê li dar xist û da zanîn ku artêşa Îsraîlê ji leşkerên wan re gotibû ew dê operasyonê bibin ser bakurê Sûriyeyê lê li rojhilatê Sûriyeyê kirin û wiha got: "Artêşa Îsraîlê agahiyên şaş dane. Artêşa Rûsyayê ew belge bi zimanê rûsî tomar kirine û di destê me de ne."

Konashenkov detayên ketina balafira IL-20 wiha rave kirin: “Êvara 17’ê Îlonê balafireke Rûsyayê ya IL-20 saet di 08:20’an de dema çavdêriya herêma Idlibê dikir û 15 leşkerên me tê de bûn, di heman demê 4 balafirên F-16 yên Îsraîlê ji nav axa Îsraîlê derdikevin û ji nişka ve kargehên pîşesazî yên Sûriyeyê bombebaran dikin. Saet di 9:39’an de bi rêya xeta rêgirtina her bûyereke nexwestî efserekî Îsraîlê ragihandiye ku dê balafirên wan çalakiyekê bikin.

Piştî deqeyekê, saet di 9:41’an de balafirên F-16 yên Îsraîlê li parêzgeha Laziqiyeyê kargehên pîşesazî yên Sûriyeyê bombe dikin."

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Igor Konashenkov diyar kir ku di encama lêkolînên wan de aşkera bûye ku Îsraîlê peymana sala 2015’an a her du aliyan binpê kiriye.