Rewşenbîrên Efrînê li kampa Serdemê pirtûkxaneyek vekirin

Li kampa Serdemê ya kantona Şehbayê ku şêniyên Efrînê lê dimînin pirtûkxaneyeke bi navê "Serdemê" hate vekirin.

Rewşenbîrên Efrînê li kampa Serdemê pirtûkxaneyek vekirin
Rewşenbîrên Efrînê li kampa Serdemê pirtûkxaneyek vekirin
Rewşenbîrên Efrînê li kampa Serdemê pirtûkxaneyek vekirin
Rewşenbîrên Efrînê li kampa Serdemê pirtûkxaneyek vekirin
Rewşenbîrên Efrînê li kampa Serdemê pirtûkxaneyek vekirin
Rewşenbîrên Efrînê li kampa Serdemê pirtûkxaneyek vekirin
Rewşenbîrên Efrînê li kampa Serdemê pirtûkxaneyek vekirin
Rewşenbîrên Efrînê li kampa Serdemê pirtûkxaneyek vekirin
Rewşenbîrên Efrînê li kampa Serdemê pirtûkxaneyek vekirin
22 îlon, 2018   17:11

ŞEHBA

Piştî amadekariyên ku zêdeyî mehekê berdewam kir, Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Efrînê bi merasîmekê pirtûkxaneyek bi navê "Serdemê" li kampa Serdemê ya navçeya Fafîn a Kantona Şehbayê vekir.

Di merasîmê vekirina pirtûkxaneyê de bi dehan endamên saziyên sivîl, rêveberên TEV-DEM û rewşenbîrên herêmê amade bûn.

Merasîmê vekirina pirtûkxaneyê bi deqeyeke rêzgritin ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê Hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Efrînê Ûsama Ehmed axivî û diyar kir ku  salên beriya 2012‘an, rêjîma Sûriyeyê fikirên rewşenbîran ji bo xizmeta xwe bi kar di anîn.

Rêveberê Kampa Serdemê Idrîs Weqas jî axivî û bal kişand li ser rola rewşenbîran di civakê de û wiha pê de çû bi lêv kir: "Rewşenbîran me di şert û mecên zehmetê de têkoşîna xizmeta civakî dikin, vekirina pirtûkxaneyê serkeftineke mezin e. Em spasiya rewşenbîran dikin, li ser vê gave."

Di merasîmê de Hevseroka Meclisa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hediya Yûsif jî axivî û diyar kir ku ew bi vekirina vê pirtûkxaneyê kêfxweş e, nemaze ku di rewşên zehmet de hate vekirin.

Pirtûkxane ji 2 hezar pirtûkan, ji polîtîka, civakî, dîrokî, felsefî, çandî û jin bi zimanên kurdî, erebî û înglîzî pêk tê.

ANHA