Zarokên Efrînê ji bo Berxwedana Serdemê distrên

Şêniyên Efrînê tekez kir ku berxwedan rêka tekane ya ber bi rizgarkirina Efrînê ve û vegera li xakê ye û anî ziman ku dê bi çalakiyên xwe yên hunerî mîrateya çandî ya Efrînê ji dagirkeran biparêzin.

Zarokên Efrînê ji bo Berxwedana Serdemê distrên
Zarokên Efrînê ji bo Berxwedana Serdemê distrên
22 îlon, 2018   06:49

ElÎ GEDRO – CAFER CAFO / ŞEHBA

Armanca artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrînê ne tenê rûxandina malan û koçberkirina şêniyan bû, lê belê bi rêya kiryarên xwe hewl didin îradeya gelê resen bişikînin û çand, huner û dîroka hezar salan binpê bike.

Şêniyên Efrînê yên xwe li herêm û kampên Şehbayê bi cih kirine, parastina stranên xwe yên folklorîk dikin, stranên xwe dibêjin û zarokên xwe jî fêrî wan stranan dikin. Bi vê yekê hewl didin parastina çanda Efrînê bikin û li hemberî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê û hewldanên bipêkirina çanda wan disekinin. Her wiha da ku nameyekê bidin dagirkeran û çeteyên wê ku Berxwedana Serdemê hê jî didomînin.

Desteya Çand û Hunerê ji destpêka ku xwe li herêmên Şehbayê bi cih kirine, ji zarokên Efrînê re çalakiyan bi rêxistin dike.

Di vê çarçoveyê de desteyê di hefteya derbasbûyî de du stran bi navên "Berxwedana Efrînê" û "Bihara Gundê Me" çêkirin. Ew her du stran ji aliyê koma ku ji 5 zarokên Kampa Berxwedan pêk tê, tê pêşkêşkirin. Endamên desteyê di hefteyê de du rojan wan zarokan perwerde dikin.

Endamên Desteya Çand û Hunerê Ferhad Elûş got balafirên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îradeya gelê wan neşikand û armancên wan pêk nehatin. Elûş di axaftina xwe de destnîşan kir ku piştî wan berê xwe da herêmên Şehbayê û xwe li wê derê bi cih kirin, wan berxwedana xwe dewam kir, ji ber wê wan stran li ser berxwedana Efrînê û gelê wê çêkirin û di stranên xwe de tekez dikin ku dê li warê xwe vegerin û bi vê yekê parastina çanda xwe dikin.

(bx)

ANHA