Di êrîşa li Ehwarê de 8 mirî û 20 birîndar - Hate nûkirin

Hate destnîşankirin ku di êrîşa li dijî merasîma leşkerî ya pasdarên Îranê ya li bajarê Ehwarê de 8 endamên ewlekariyê mirin û 20 kes jî birîndar bûn.

Di êrîşa li Ehwarê de 8 mirî û 20 birîndar - Hate nûkirin
22 îlon, 2018   06:44

NAVENDA NÛÇEYAN

 Îro serê sibehê li bajarê Ehwaz ê dikeve başûrê rojavayê Îranê, komek çekdaran ku nehatin naskirin, êrîşî merasîmeke pasdaran kir.

Li gorî ajansa nûçeyan a Fasê ya Îranê, êrîşeke çekdarî li dijî leşkerên ku beşdarî merasîma leşkerî bûbûn, pêk hat.

Kanala televîzyonê ya El-Alem ragihand ku gule bê ser û ber li pasdar û sivîlan hatin reşandin.

Hate ragihandin ku ji ber êrîşan 8 endamên hêzên ewlekariya hundirîn mirin û 20 kes, di nav de jin û zarok jî hene, birîndar bûn. Her wiha hate destnîşankirin ku êrîşkar hatin hedefgirtin, 2 jê hatin kuştin, yek birîndar bû û 4 jî hatin girtin.

(bb)