Salvegera damezirandina PYD‘ê li Kobanê hate pîrozkirin

15‘emîn salvegera damezirandina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD ) li bajarê Kobanê hate pîrozkirin.

Salvegera damezirandina PYD‘ê li Kobanê hate pîrozkirin
Salvegera damezirandina PYD‘ê li Kobanê hate pîrozkirin
Salvegera damezirandina PYD‘ê li Kobanê hate pîrozkirin
Salvegera damezirandina PYD‘ê li Kobanê hate pîrozkirin
Salvegera damezirandina PYD‘ê li Kobanê hate pîrozkirin
20 îlon, 2018   18:07

KOBANÊ

Pîrozbahî bi dirûşmeya "Bi rihê Berxwdana Serdemê, Em ê 15‘emîn salvegera damezrandina PYD‘ê pîroz dikin" li qada Ş.Egîd a bajarê Kobanê hate lidarxistin.

Bi sedah şêniyên herêma Firatê di şahiyê de amade bûn.

Şahiyê bi rêzgirtin dest pê kir, paşê  hevserokê PYD‘ê Şahoz Hesen axivî  û bixêrhatina hemû beşdaran, mallbatê şehîdan û mirovên azadîxwaz kir, her wiha 15‘ emîn salvegera damezrandina PYD‘ê pîroz kir. Hesen anî ziman ku PYD‘ê partiyek fedekar e û heya roja îro têkoşîna xwe didomîne û wiha domand: " Têkoşîna  partiyê xwe dispêre bingeha Netewa Demokratîk  û wekheviyê di navbera hemû gelan de, lewra jî geleke kadroyên partiyê bûne hedefa hêzên dîktator û di girtîgehên wan de hatine êşkencekirin û şehîd xistin."

Şahoz Hesen, di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir, rexmî hemû zext û astengiyan partiyê yek gav paş de ne avêt.

Hesen her wiha dest nîşan kir ku bi pêvajoya Şoreşa Rojava re, gelek gavên girîng û bi bandor ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê hatin avêtin û ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li hemû kantonan mînaka herî girîng ên serkeftinan e û anî ziman ku projoya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji pirsgirêka Sûriyeyê re derman e.

Her wiha hevseroka PYD‘ê bi zimanê erebî  Eyşe Hiso axaftin kirin û got: " Ji warê berxwedanê em li dijî dagirgeriyê tekoşîna xwe berdewam bikin û  bi rihê  Berxwedaniya Serdemê em ê welatê xwe ji çeteyan rizgar bikin."

Eyşa Hiso, soza şopandina xeta şehîdan da ta pêkanîna armencên wê.

Piştî axaftinan, koma Botan a starana û koma Şehîd Zîlan a dîlanan daketin ser dike û stran û dîlan pêşkêş kirin.

Şahî bi xelekên dîlanan bi dawî bû.

(ekîp)

ANHA