QSD‘ê di 24 saetan de: 31 çete hatin kuştin

QSD‘ê ragihandin ku di 24 saetên dawî yên qonaxa dawîn a Pêngav Bagera Cizîrê ya "Şerê Tunekirina Terorê" de 31 çeteyên DAIŞ‘ê hatin kuştin û gelek çek û cebilxaneyên wan hatin desteserkirin.

QSD‘ê di 24 saetan de: 31 çete hatin kuştin
20 îlon, 2018   13:41

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD‘ê bi daxuyaniyekê bilançoya şerê 24 saetên dawîn yên Pêngava "Şerê Tunekirina Terorê" aşkera kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Eniya Baxoz: Rêxistina terorîst a DAIŞ‘ê bi çekên giran û 3 erebeyên bombebarkirî êrîşî nuqteyên hêzên me kirin, şervanên me bersiva êrîşan da û 2 erebeyek teqand beriya ku bighêjin armanca xwe. Ji ber zexta teqînê du şervanên me birîndar bûn. Erebeya sêyemîn jî ji aliyê balafirên Koalîsyona Navdewletî ve hate teqandin.

Di navbera şervanên me û endamên rêxistina terorîst de şerên giran rû dan, di encamê de 8 terorîst hatin kuştin. Her wiha hêzên me li nuqteyeke ku lê bi cih bûne tektîkek da meşandin û ji nuqteyê vekişiya, paşê terorîst xwe li nuqteyê girtin, li vir balafirên koalîsyonê êrîş kirin û hemû terorîstên li nuqteyê hatin kuştin. Hêzên me li vir 3 nûqte tespît kirin û li nuqteya ku jê vekişiya bûn vegerand.

Piştî şerên giran ku bi saetan berdewam kir hêzên me 1 km li vê eniyê pêş ketin û 9 nuqte girtin. Her wiha balafirên koalîsyonê depoyeke cebilxane, du wesayît, 2 erebeyên bombebarkirî rûxandin her wiha emîrekî DAIŞ kuştin.

Di heman demê mayînek bi şervanekî me ve teqiya û ew birîndar kir.

2-Hecîn: Di navbera hêzên me û terorîstên DAIŞ‘ê yên di tunelan de şer rû da, du terorîstan hewl dan xwe bi şervanên me ve biteqînin, şervanên me li wan da û ji dûr ve bombeyên bi wan ve teqaniyan.

Li ser vê yekê şervanên me tunel girtin û operasyoneke paqijkirinê dane destpêkirin, du mayîn ku terorîstan çandibûn di malekê de teqiya, lê ziyan çênebûn. Li vir doçkaya (12.5) û 2 klaşinkof ketin destê şervanan.

Şervanên me li vê eniyê pêşde çûn û gelek mal paqij kirin û 5 nuqteyên nû girtin.

Ji ber mayînên terorîstan hêzên me bi baldarî pêş de çûn, li vir jî 13 mayîn ji aliyê tîmên me yên taybet ve hatin teqandin.

3-Bîlançoya şerê li hemû eniyan:

-Hejmara kuştiyên terorîstan: 31.

- Êrîşên balafirên Koalîsyona Navdewletî: 15.

-Çekên ku ketina destê şervanên me: Doçka (12.0) û 2 klaşînkof.

–Windahiyên rêxistina terorîst: Topek hawn hate rûxandin, 2 depoyên cebilxane hatin rûxandin, 5 erebeyên û 1 tuneke hatin rûxadnin.

-Hejmara şervanên me yên birîndar: 3

ANHA