Binpêkirinên li herêmên lihevkirina Rûsya-Tirkiyeyê didomin

Li herêmên lihevkirina Rûsya-Tirkiyeyê yên wekî Hema, Laziqiye û Helebê binpêkirin didomin. Her wiha hêzên rêjîma Sûriyeyê herêmên di bin serweriya komên çekdar de dike hedef. Ji aliyekî din ve jî operasyonên leşkerî ji aliyê hêzên rêjîmê ve li sînorê di navbera Siwêda û Şamê de li dijî çeteyên DAIŞ`ê didome.

Binpêkirinên li herêmên lihevkirina Rûsya-Tirkiyeyê didomin
19 îlon, 2018   10:58

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku têkildarî lihevkirina Rûsya-Tirkiyeyê ku tê payîn dê li Hema, Idlib, Heleb û Laziqiye pêk were, binpêkirin didomin.

Navendê diyar kir ku komên çekdar şeva Sêşemê navendên hêzên rêjîma Sûriyeyê li herêma Kenseba, El-Tobal ên çiyayê beravê bi moşekan kir hedef. Tu agahî der barê zerarên mirovî de heta niha neketine dest. Her wiha hêzên rêjîma Sûriyeyê herêmên di bin serweriya komên çekdar de kirin hedef. Hate destnîşankirin ku li herêmên din ên lihevkirinê aramiyek heye.

Her wiha navendê diyar kir ku ji beriya çend saetan lihevkirina Rûsya-Tirkiyeyê li parêzgehên Idlib, Hema, Heleb û Laziqiyeyê tevî hewldanên aliyan ku dê şer li herêmê mîsoger bikin lê binpêkirin didome. Navendê tekez kir ku li li gundên başûr û rojhilatê Idlibê binpêkirinên nû pêk tên. Her wiha herêmên Sehil El-Xab û gundewarên bakur û rojavayê Hemayê ji aliyê hêzên rêjîmê ve tên topbarankirin. Di encama wê de zerarên madî çêbûn.

Li herêmên beyara gundewarên Şamê li gel sînorê bi gundewarên Siwêdayê re operasyonên leşkerî ji aliyê hêzên rêjîmê ve li dijî çeteyên DAIŞ`ê tên kirin da ku hebûna wan li wê derê tune bibe û wan neçarî radestkirinê bikin. Navenda çavdêriyê diyar kir ku li derdora herêma Tîlal El-Sefa ku çeteyên DAIŞ`ê xwe li wê derê bi cih kirine, şerên dijwar didomin û her wiha herêm tê topbarankirin.

(bx)