PYD'ê akademiyek û buroyeke xwe li Til Hemîsê vekirin

Bi rasthatina salvegera 15'an a avakirina PYD'ê re, partiyê buroyek û akademiyek li navçeya Til Hemîsê bi beşdarbûna bi dehan welatiyên navçeyê û endamên partiyê vekirin.

PYD'ê akademiyek û buroyeke xwe li Til Hemîsê vekirin
PYD'ê akademiyek û buroyeke xwe li Til Hemîsê vekirin
PYD'ê akademiyek û buroyeke xwe li Til Hemîsê vekirin
PYD'ê akademiyek û buroyeke xwe li Til Hemîsê vekirin
PYD'ê akademiyek û buroyeke xwe li Til Hemîsê vekirin
PYD'ê akademiyek û buroyeke xwe li Til Hemîsê vekirin
PYD'ê akademiyek û buroyeke xwe li Til Hemîsê vekirin
PYD'ê akademiyek û buroyeke xwe li Til Hemîsê vekirin
PYD'ê akademiyek û buroyeke xwe li Til Hemîsê vekirin
18 îlon, 2018   13:34

QAMIŞLO

Bi rasthatina salvegera damezirandina Partiya Yekitiya Demokartîk (PYD) re, îro akademiya perwerdeya endamên partiyê li navçeya Til Hemîs bi navê Şehîd Mihemed Ebdilfetah û buroya partiyê li navçeyê hatin vekirin. Armanca vekirinê ji bo lidarxistina çalakiyên rêxistinî û îdeolojîk û parastina destkeftiyên şoreşê ye ku partiyê roleke mezin tê de lîst.

Di merasîma vekirinê de, bi dehan welatiyên navçeya Til Hemîsê û gundên wê, hevseroka partiyê Eyşa Hiso, endama rêveberiya buroya jinan a partiyê Sîlvan Elî, hevseroka buroya rêxistinî di PYD'ê de Tilet Yûnis amade bûn.

Di merasîma vekirinê de, Hevseroka PYD`ê Eyşa Hiso, endamê Saziya Malbatên Şehîdan Mihemed Xilêwî, endamê rêveberiya partiyê ya herêma Qamişlo Sirûr Şetî û endamê partiyê yê Til Hemîsê Xalib Sedûn ve axivin.

Hevseroka PYD'ê Eyşa Hiso li ser pêşketinên siyasî li Sûriyeyê axivî û wiha got: "Em dibînin ku welatiyên Sûriyeyê tenê ji qadê û maseya danûstandinê bê par mane û her kes dixweze çareseriyekê ji aloziya Sûriyê re bibîne bêyî ku welatiyên Sûriyeyê tê de hebin."

Eyşa Hiso wiha berdewam kir: "Projeya me ya demokratîk û projeya rêveberiya xweser dikaribû li bakur û rojhilatê Sûriyeyê xwe îsbat bikira ku rêya tekane ji bo aloziya Sûriyeyê ye."

PYD`ê dê bibe mertal li hemberî êrîşan

Eyşa Hiso da zanîn ku dê akademî her tim li gorî ku tê xwestin be û dê endamên partiyê bibin mertal li hemberî hemû êrîş û projeyên ku dixwazin projeya demokratîk binpê bikin û dê li ser rêya şehîdan bimeşin.

Paşê deriyê buroyê ji aliyê dayika şehîd Ehmed El-Emrî û dayika şehîd Hemo ve hate vekirin. Merasîm bi gerandina govendê bi dawî bû.

(jo)

ANHA