Li Filîpînê ji ber bahozê 74 kes mirin

Li Filîpînê ji ber bahoza Mangkhûtê erd heziyabû. Di encamê de 74 kes mirin.

Li Filîpînê ji ber bahozê 74 kes mirin
18 îlon, 2018   13:36

NAVENDA NÛÇEYAN

Tê diyarkirin ku bahoza Mangkhût bahoza herî xedar a vê salê ye.

Bahozê roja Şemiyê li bakurê Filîstînê da û piştre berê xwe da başûrê Hong Kong û Çînê. Li Çînê jî ber bahozê 4 kes mirin.

Li gorî bîlançoya nû ji ber bahozê 74 kes mirine.

Li girava Lûçonê jî ji ber bahozê erd heziya. Tê diyarkirin ku nêzî 40 kes di bin axê de mane.

Bi bahozê re baraneke zêde jî bariya. Di nava çend saetan de ji mehekê zêdetir baran bariya. Ji ber baran û hezîna axê, kaneke zêr di bin axê de ma.

Ji ber ku rê jî hatin girtin, tîmên hewariyê jî bi dijwarî xwe gihandin cihê bûyerê.