Sozên sererastkirina stasyona Sebhayê

Gerînendetiya Çandiniyê ya gundewarên Dêrazorê ji bo xebitandina stasyona pompa Sebhayê bi aliyên têkildar re di nav hevkariyê de ye. Her wiha şêniyan banga çêkirina hilmijê kir.

Sozên sererastkirina stasyona Sebhayê
Sozên sererastkirina stasyona Sebhayê
Sozên sererastkirina stasyona Sebhayê
Sozên sererastkirina stasyona Sebhayê
Sozên sererastkirina stasyona Sebhayê
18 îlon, 2018   09:15

HEMED EL-MISTEFA-FADÎ EL-FARÛQ / DÊRAZOR

Stasyona pompa Sebhayê dikeve ser beravên çemê Firatê ya gundewarên rojhilatê bakurê Dêrazorê. Stasyon, avê diavêje zevî û gundên herêma di navbera gundê Sebhayê û herêma El-Sewirê de.

Ji ber dizîna alavên stasyonê û tevliheviyê li herêmê di encama şerên di navbera çeteyan de, stasyon rawestî. Ji lew re cotkaran zeviyên xwe terk kirin.

Dirêjahiya kanalê di navbera stasyona sereke ya Sebhayê li gundewarên rojhilatê Dêrazorê û bajarokê El-Sewir ê gundewarên Şedadê de 43 km ye. Piştî wê stasyonên şêrîkirina avê ya El-Sewir tên, piştre yekîneyên ava vexwarinê di nav bajarê Hesekê de nêzî 100 km dirêj dibe.

Stasyon ji 3 beşan pêk tê. Stasyona popma sereke, yekser li ser çemê Firatê hatiye avakirin. Ev stasyon wek dilê projeyê tê hesbandin. Stasyon avê diavêje kanala El-Sindûqiyê. Piştre av digihîje stasyonên din û stasyona 2 û 3. Ev stasyon, stasyonên pompa bilindkirina asta avê û leza wê da ku herêm û zeviyên di navbera Sebha heta herêma El-Sewir de di dawiya kanalê de av bide. 

Stasyona ava vexwarinê li ser projeya El-Xabûr hatiye avakirin. Stasyon ev in: El-Hecne, El-Hirêciyê, El-Hirêcî, El-Sewir. Stasyona avê ya başûrê Hesekê nêzî 15 gundên başûrê Hesekê av dide.

Hejmara kesên ku ji projeyê sûdê werdigirin, nêzî 300 hezar kesan e. Her wiha rûbera zeviyên ku tên avdan li ser beravên çemê Xabûr 125 hezar donim e. 

‘Av tune be gund jî dê tune bibin’

Cotkarê ji gundê El-Hecne Fewaz El-Ekle wiha got: "Rawestandina avê; qutkirina demara jiyanê ya sereke ye. Eger av tune be dê gund jî li vê beyarê tune bûya. Ez hêvî dikim ku av zû vegere û herêm ji nû ve geş bibe û cilê xwe yê kesk li xwe bike."

Ji aliyê xwe ve cotkara bi navê Iwêş El-Mihemed a ji gundê El-Hirêcî jî wiha got: "Di bin germahiya tavê de, av bûye xwezî. Em bang li her kesî ku alîkariya me mereq dike dikin da ku pirsgirêkê çareser bikin."

Têkildarî heman mijarê hevserokê Gerînendetiya Çandiniyê ya gundewarên rojhilatê Dêrazorê Ehmed El-Esker wiha got: "Ji bo xebitandina stasyonê, me bi Desteya Enerjiyê û Rêveberiya Sivîl re koordîne kir.”

(şx)

ANHA