Li Filistînê ciwanekî din jî hate kuştin

Ciwanekî filîstînî ji ber lêdana hêzên Îsraîlê jiyana xwe ji dest da.

Li Filistînê ciwanekî din jî hate kuştin
18 îlon, 2018   09:13

NAVENDA NÛÇEYAN

Îro serê sibehê hêzên Îsraîlê êrîşî bajarokê Beyt Rîma li başûrê rojava yê bajarê Ramallah kir û li nava malên sivîlan geriyan.

Çavkaniyên filîstînî da zanîn ku hêzên Îsraîlê êrîşî mala ciwanê bi navê Mihemed El-Rêmawî (24) kir û ji ber lêdana zêde, jiyana xwe ji dest da.

Balafirên şer ên Îsraîlê şeva derbasbûyî di derengiya şevê de li nêzî El-Serîc a li ser sînorê bajarokê El-Qerarê yê bakurê rojhilatê Xan Yûnis ê başûrê Xezayê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 2 ciwanên filistînî dema ku ber bi sînor ve diçûn, jiyana xwe ji dest da.

(jo)

ANHA