2 kes bûn qurbaniyên bombebarana Îsraîlê

Di bombebarana Îsraîlê ya li ser bakurê rojhilatê Xan Yûnis a başûrê Xezayê de, 2 ciwanên filistînî jiyana xwe ji dest da.

2 kes bûn qurbaniyên bombebarana Îsraîlê
18 îlon, 2018   06:59

NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê ajansa me ji Xezayê ragihand ku şeva derbasbûyî balafirên şer ên Îsraîlê li nêzî El-Serîc a li ser sînorê bajarokê El-Qerarê yê bakurê rojhilatê Xan Yûnis ê başûrê Xezayê bombebaran kir.

Di encama bombebaranê de, 2 ciwanên filistînî dema ku ber bi sînor ve diçûn, jiyana xwe ji dest da.

Nûçegihanê me ragihand ku ji ber parçebûna laşê ciwanan, kadroyên tenduristiyê nikaribûn wan nas bikin.

(jo)

ANHA