Desteya Karûbarên Civakî alîkariya gelê Efrînê kir

Desteya Karûbarên Civakî ya Kantona Efrînê bang li rêxistinên mirovî yên Neteweyên Yekbûyî kir ku bila bi berpirsyarî li hemberî şêniyên Efrînê yên ku ji ber kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hatine koçberkirin tev bigere, nemaze ku zivistan nêzîk dibe.

Desteya Karûbarên Civakî alîkariya gelê Efrînê kir
16 îlon, 2018   12:48

EFRÎN

Desteya Karûbarên Civakî ya Kantona Efrînê der barê rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: "Ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê yên li ser Efrînê, şêniyên Efrînê di dîroka 16‘ê Adara 2018‘an de berê xwe da kontona Şehbayê. Li vir jî derfetên jiyanî yên herî pêwîst û navendên tenduristiyê pir kêm in. Li aliyekî din jî mayinên ku komên çete berê çandibûn hîna hene.

Şêniyan ji ber teknîka şer a Tirkiyeyê û çeteyên wê û êrîşên wan ên hovane ji bilî cilan tiştekî din li gel xwe ranekir.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk erka xwe ya li hemberî şêniyan bi cih anî û li gorî derfetên heyî alîkariyên tenduristî, mirovî, xizmetguzarî û pêdiviyên pêwîst pêşkêş kirin û hê jî pêşkêş dik. Her wiha pisporên rakirina mayinan şandin, ji ber ku derfetên me têrê nedikir û alîkariyên ku rêxistinên navdewletî dişandin lewaz bû, me gelek caran bangewaziyên xwe ji bo wan dubare kirin, lê mixabin bersiv nehate dayîn. Nemaze piştî koçberiya ji Nubul û Zehra û Idlibê ber bi Til Rifetê ve barê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk girantir bû.

Wek Desteya Karûbarên Civakî ya Kantona Efrînê em careke din bangewaziyên li hemû rêxistinên mirovî û hiqûqî yên girêdayî Neteweyên Yekbûyî dubare dikin ku erka xwe ya li hemberî gelê me yê ji ber dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê koçber bûye, bi cih bîne. Bi taybet ku zivistan nêzîk dibe da ku karesateke mirovî der heqê gelê Efrînê de pêk neyê."

ANHA