Çalakiyên roja duyemîn a girava

Çalakiyên roja duyemîn girava Kongreya Star li navçeya Şêrawa bi tevlêbûneke mezin bi dawî bû.

Çalakiyên roja duyemîn a girava
Çalakiyên roja duyemîn a girava
Çalakiyên roja duyemîn a girava
Çalakiyên roja duyemîn a girava
Çalakiyên roja duyemîn a girava
Çalakiyên roja duyemîn a girava
Çalakiyên roja duyemîn a girava
Çalakiyên roja duyemîn a girava
Çalakiyên roja duyemîn a girava
16 îlon, 2018   13:44

EFRÎN

Rêxistina Kongreya Star, bi armanca şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê duh li gundê Aqîba yên girêdayî navçeya Şêrawayê çalakî da destpêkirin.

Çalakî bi dirûşma "An Efrîn an Efrîn" di roja duyemîn de bi dawî bû.

Bi sedan şêniyên ji navçeya Ehris û gundên derdorê, kampa Serdem, mamosteyên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk û endamên Yekitiya Ciwanên Rojava û Yekitiya Jinê Ciwan tev li çalakiyê bûn.

Çalakî bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê zarokên ku helbest li ser Efrînê nivisandibûn, xwendin.

Dayik û bavan jî kilamên kurdî li ser Efrînê gotin, beşdaran jî li çepikan didan.

Rêvebera Kongreya Star a navçeya Til Rifet Emîna Bekir axivî û bal kişand li ser berxwedana jinên Efrînê ya li hember dagirkeriya Tirkiyê û tekez kir ku berxwedana jinên Efrînê li cîhanê deng veda û ew tu serî ji Tirkiyê re natewînin.

Bi navê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk, Mamoste Zaxo Hisên ji axivî. Xazo di axaftina xwe de bal kişand li ser siyasetên guhertina demografiya Efrînê û fezkirina zimanê Tirkî li ser şêniyan û destnîşan kir ku we wekî mamoste dê perwerdekirina zarokan bi zimanê dayikê li Şehbayê berdewam bikin.

Seroka Desteya Ciwan û Werzîşê Gulê Cemo axivî û anî ziman ku êrîşên li ser Efrînê îrade û rêxistina jinên ku xwedê li fikirê Ocalan derketine, dike hedef.

Çalakiya roja duyem bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Efrînê bi dawî bû.

Tê payîn ku sibe roja dawî ya çalakî ye.

ANHA