Di çalakiya Kongreya Star de banga rawestandina komkujiyan hate kirin

Çalakiya Kongreya Star li navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê di roja duyemîn de bi beşdarbûna welatiyên navçeya Ehres û gundên wê, Kampa Serdem û endamên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk dewam dike.

Di çalakiya Kongreya Star de banga rawestandina komkujiyan hate kirin
Di çalakiya Kongreya Star de banga rawestandina komkujiyan hate kirin
Di çalakiya Kongreya Star de banga rawestandina komkujiyan hate kirin
Di çalakiya Kongreya Star de banga rawestandina komkujiyan hate kirin
Di çalakiya Kongreya Star de banga rawestandina komkujiyan hate kirin
Di çalakiya Kongreya Star de banga rawestandina komkujiyan hate kirin
16 îlon, 2018   10:54

EFRÎN

Kongreya Star a kantona Efrînê çalakiya konê berxwedanê li navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê di bin dirûşma 'An Efrîn An Efrîn' li nêzî gundên dagirkirî organîze kir.

Konê çalakiyê bi wêneyên têkoşeran, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star, çilên zeytûnan û pankartên li ser nivîsên bi kurdî û erebî 'An Efrîn An Efrîn, bi rihê şehîd Awesta em ê Efrînê rizgar bikin, bi pêşengtiya jinan em ê Efrînê rizgar bikin, fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd pêkanîna neteweya demokratîk e" hate xemilandin.

Di roja duyemîn de li konê çalakiyê welatiyên navçeya Ehres û gundên kantona Şehbayê, şêniyên Kampa Serdem û endamên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk amade bûn.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê endama rêveberiya Kongreya Star a navçeya Ehresê Emîne Denkel axivî û hemû jin û gelê têkoşer silav kir û da zanîn ku jinên têkoşer û îsrara jinan dê Efrînê rizgar bikin

Denkel destnîşan kir ku dê jin bê deng nemînin heta ku Efrîn rizgar bibe û ji civaka navneteweyî xwest zextê li dewleta Tirkiyeyê bike ku komkujiyên der heqê jin û zarokan de rawestînin.

Çalakî bi dîlanan dewam dike.

(jo)

ANHA