Navenda Çandê ya Tebqayê hate vekirin

Komîteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê şeva derbasbûyî bi şahiyeke mezin Navenda Çandê ya Tebqayê vekir.

Navenda Çandê ya Tebqayê hate vekirin
Navenda Çandê ya Tebqayê hate vekirin
Navenda Çandê ya Tebqayê hate vekirin
Navenda Çandê ya Tebqayê hate vekirin
Navenda Çandê ya Tebqayê hate vekirin
Navenda Çandê ya Tebqayê hate vekirin
Navenda Çandê ya Tebqayê hate vekirin
Navenda Çandê ya Tebqayê hate vekirin
Navenda Çandê ya Tebqayê hate vekirin
16 îlon, 2018   10:36

TEBQA

Navenda Çandê ya Tebqayê li taxa duyemîn li bajarê Tebqayê li ser çemê Firatê ye. Di demên derbasbûyî de ji ber dagirkirina bajêr ji aliyê çeteyan ve, rêjîmê gelek caran navenda çandê bombebaran kiribû û di encamê de çand gelekî xerab bûbû, taybet dika mezin ku li aliyê başûrê rojhilatê navendê dikeve ku yek ji beşên girîng di navendê de bû.

Piştî ku Komîteya Çand û Hunerê li Tebqayê hate vekirin, beriya 4 mehan navenda çandê li Tebqayê wek pêngava yekemîn binesaziya navendî çêkir, dikek demkî ji bo pêşkêşkirina şano, perwerdeyên koman hate avakirin, her wiha gelek beşên wekî koma zarokan, wênekêşî û stran hatin avakirin.

Di şahiyê de hevseroka Meclisa Rêveber a Tebqayê Hind El-Elî û hevserokê Meclisa Zagonsaz Hamid Ebdil Rehman El-Feric û gelek hevserokên komîteyan, saziyên sivîl, welatî û gelek komên hunerê ji hemû herêmên bakurê Sûriyeyê amade bûn. Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, deriyê çandê ji aliyê zarokên navenda çandê ve hate vekirin.

Paşê hevserokê Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê Fîras Remedan axivî û vekirina navendê li beşdaran pîroz kir û da zanîn ku vekirina navendê girîngiyeke xwe ya mezin heye, ji ber ku salvegera şikandina çeteyên DAIŞ'ê li ber deriyê bajarê Kobanê ye û wiha got:"Em ê serdema zilmê bişikînin û serdema hezkirin û aştiyê dest pê bikin, em ê herêmê li ser rêgeza demokratiyê û biratiya gelan ava bikin." Her wiha gelek axaftin ji aliyên beşdaran ve hatin kirin.

Paşê sînevîzyonek li ser kar û xebata navenda çandê û rûxandina mezin û sererastkirina wê hate nîşandan û koma zarokan a navendê şanoyek bi navê "Xitar El-Leyl" pêşkêş kir û stran gotin. Şanoyek jî ji aliyê Navenda Çandê ya Amûdê ve bi navê "Melek Fanûs li cilan digere" hate pêşkêkirin.

Li aliyekî din Koma Şehîd Viyan Peyman ji Navenda Kevana Zêrîn a kantona Kobanê gelek stranên gelêrî bi kurdî û erebî li ser biratiya gelan û jiyana hevbeş li bakurê Sûriyeyê, pêşkêş kirin.

Piştre koma gelêrî di Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Sivîl a Reqayê de gelek stranên gelêrî pêşkêş kirin.

Tê zanîn ku piştî rizgarkirina bajêr ji DAIŞ'ê, Navenda Çandê ya Tebqayê 600 koçberên ji hemû pêkhateyên Sûriyeyê hembêz kiribûn, niha jî cihekî ewle ji wan re hate dîtin û dest bi sererastkirina navendê hate kirin.

(jo)

ANHA