Ji bo ciwanan projeyeke taybet

Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclisa Navçeya Amûdê ji bo perwerdekirina ciwanan li ser karê pîşeyî projeyek di sala 2017`an de daye destpêkirin da ku diyardeya bêkariyê kêm bike.

Ji bo ciwanan projeyeke taybet
Ji bo ciwanan projeyeke taybet
Ji bo ciwanan projeyeke taybet
Ji bo ciwanan projeyeke taybet
Ji bo ciwanan projeyeke taybet
Ji bo ciwanan projeyeke taybet
Ji bo ciwanan projeyeke taybet
Ji bo ciwanan projeyeke taybet
Ji bo ciwanan projeyeke taybet
16 îlon, 2018   09:38

KADAR IBRAHÎM / QAMIŞLO

Bi însiyatîfa Komîteya Ciwan û Werzîşê û bi hevkariya Navenda Pêşxistina Ciwanan a herêma Cizîrê projeya perwerdeya pîşeyî di sala 2017`an de hate vekirin. Ev proje ji bo xurtkirin û pêşxistina karînên ciwanên navçeyê da ku di civakê de aktîf bin, hate vekirin.

Di projeyê de li ser gelek pîşeyan wekî hesinkarî, kompîtur, dirûtin û hwd. perwerde tê dayîn. Her perwerdekarek 3 mehan li navenda pêşxistina ciwanan a navçeya Amûdê perwerdeya xwe dibîne. Meha destpêkê teorî ye û du mehên din jî pratîk in.

Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Cizîrê çavdêriya vê projeyê dike. Her wiha werşeyên kar ên taybet û bi hevkariya hin pîşekaran organîze dike û piştî bidawîbûna dewreyan hînber derbasî qada pratîkê dibin.

Diyarkirina karînên hînberan

Piştî bidawîbûna dewreyên pîşekar, karînên hînberan her yek di pîşeya xwe de diyar dike û navên wan dide Desteya Ciwan û Werzîşê. Her wiha bi hevkariya navenda pêşxistina ciwanan alavên kar amade dike û radestî hînberan dike da ku yekser dest bi kar bikin. Eger hînber negihaşt asta ku tê xwestin, dewreyê ji nû ve dubare dike.

Ji destpêka vekirina Navenda Pêşxistina Ciwanan a Amûde ve di 1'ê Mijdara 2017'an de û heta niha 3 dewre vekirine. Dewreya 4'emîn di hefteya borî de bi tevlêbûna 25 ciwan her du zayendan ve dest pê kir. Divê temenê hînber di nav bera 18-25 saliyê de be.

Armanca projeyê pêşxistina pîşeyan di navbera ciwanan de ye

Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclisa Navçeya Amûdê bi rêya vê projeyê hewl dide bêkariyê li herêmê kêm bike û karînên ciwanan xurt bike û pêş bixe da ku bibin kesên berpirsyar û herêmên xwe bi pêş bixin.

Endama rêveber a Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclisa navçeya Amûdê Jiyan Esad destnîşan kir ku ji bo tevlêbûna dewreyê bi dehan ciwanan navên xwe tomar kirine.

Ji aliyê xwe ve hevserokê Navenda Pêşxistina Ciwanan a navçeya Amûdê Kawa Ibrahîm diyar kir ku heta niha 3 dewre bi dawî kirine û destnîşan kir ku 5 navendên pîşeyan wekî dirûtin, hesinkarî, dirêjkirina xetên kanalîzasyonê, elektronîk û kompîtur li navendê hene.

(şx)

ANHA