‘Dê hesabên giran ji Qeter û Tirkiyeyê werin xwestin‘

Endamê Komîteya Parastin û Ewlehiyê ya Neteweyî ya Parlementoyê Misrê Lîwa Îsam Ebû Emced nameyek ji Tirkiye û Qeterê re şand û tê de destnîşan kir ku ji ber alîkariya terorîstan dikin dê hesabên giran ji wan werin xwestin.

‘Dê hesabên giran ji Qeter û Tirkiyeyê werin xwestin‘
14 îlon, 2018   12:05

NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Komîteya Parastin û Ewlehiyê ya Neteweyî ya Parlementoyê Misrê Lîwa Îsam Ebû Emced diyar kir ku helwesta Misrê ji bo tunekirina komên terorîst nayê guhertin. Ebû Emced tekez kir ku Misr tu carî alîkariyê nade ew kesên alîkariya terorê dikin û destwerdana karê dewletên Ereban dikin û her kesê ku zirar gihand Misrê dê hesabê giran ji wan bê xwestin.

Ebû Emced tekez kir Misr di hemû aliyan de rastî terorê tê, ev yek jî di operasyona Sîna 2018`an de diyar dibe.

Ebû Emced di axaftina xwe de got Misr tu carî tiştên ku kanala El-Cezîre û kanalên din ên Tirkiyeyê belav dikin ku bi rêya wan tevliheviyê di nava gelê Misrê de çêdikin, ji bîr nake û her wiha hesabên giran ji Qeter û Tirkiyeyê dê werin xwestin.

Tirkiye û Qeter alîkariya komên terorîst (çeteyên DAIŞ`ê, Cebhet El-Nusra) li herêmê, komên terorîst li Sûriyeyê, her wiha Îxwan El-Muslimîn li Misrê û hinek welatên din ên Ereban, dikin.

Misr, Erebistana Siûdî, Îmarat û Behreyn ji ber ku Qeter alîkariya terorîstên li herêmê dike, têkiliyên xwe pê re qut kirin.

(bx)