Girtiyên jin li dijî zordariyê dest bi greva birçîbûnê kirin

Girtiyên jin ên li Girtîgeha Girtî ya bi Tîpa M a Baybûrtê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Girtiyên jin li dijî zordariyê dest bi greva birçîbûnê kirin
14 îlon, 2018   10:19

NAVENDA NÛÇEYAN

Zext, zordarî û êşkenceya li Girtîgeha bi Tîpa M a Baybûrtê ya Tirkiyê zêde bûne. Girtiyên jin ên li girtîgeha Baybûrtê ragihandin ku li dijî zext û zordariyê wan doh danê sibehê dest bi greva birçîbûnê kirine.

Girtiyan bi rêya telefonê agahî dan malbatên xwe û gotin, heta ku şert û mercên jiyanê yên li girtîgehê sererast bibin, wê greva birçîbûnê bidomînin.