‘Li ser rêya şehîdan, tekoşîna me dewam dike’

Li herêma Basîra ya gundê Dêrazorê cenazeyên 3 şervanên QSD'ê ku di hemleya Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, hatin oxirkirin.

‘Li ser rêya şehîdan, tekoşîna me dewam dike’
‘Li ser rêya şehîdan, tekoşîna me dewam dike’
‘Li ser rêya şehîdan, tekoşîna me dewam dike’
‘Li ser rêya şehîdan, tekoşîna me dewam dike’
‘Li ser rêya şehîdan, tekoşîna me dewam dike’
14 îlon, 2018   08:36

DÊRAZOR

Bi sedan welatiyên gundên Dêrazorê cenazeyê 3 şervanên QSD'ê Kerem El-Casim (Esed), Teha El-Mişrif El-Şean (Huzeyîfe) û Fîras Ehmed (Sêf) ku di 10'ê Îlonê de şehîd bûbûn, oxir kirin.

Welatî li pêşiya çerxerêya El-Etal kom bûn û cenazeyên şehîdan wergirtin ku bi karwanekî tirêmbêlan ber bi Goristana Şehîd Hanî El-Hesen ve ketin rê.

Li goristanê bi dehan welatiyan cenaze wergirtin û dest bi merasîmê kirin, merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê û toraneke leşkerî dest pê kir.

Paşê fermandarê QSD'ê Sêf El-Esker axivî û wiha got: "Em bejna xwe li hemberî şehîdan ditewînin, em ê heta dawiyê li ser rêya şehîdan bin, li ser rêya hevalên şehîd têkoşîna me dewam dike."

Endama Saziya Malbatên Şehîdan Felek Mehmûd axivî û destnîşan kir ku şehîdan navên xwe li dîrokê xist û wiha pê de çû: "Ji ber ku wan canê xwe ji bo welatê xwe feda kir, ji bo wê em jî soz didin rêya wan bişopînin."

Paştî ku axaftin bi dawî bûn, nasnameyên şehîd hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin. Di dawiyê de di nava tilîliyên dayikan her sê şehîd hatin oxirkirin.

(jo)

ANHA