Li Efrînê binpêkirinên li dijî jinan didome; 5 jin hatin revandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ji navçeya Mabata ya Efrînê 5 jin revandin.

Li Efrînê binpêkirinên li dijî jinan didome; 5 jin hatin revandin
12 îlon, 2018   14:48

EFRÎN

Çavkaniyan ji gundê Dargirê yê navçeya Mabata ya kantona Efrînê diyar kir ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên "Şiêtat û Cebha El-Şamiya" duh 5 jin ji gund revandin û ji bo serbestberdana wan daxwaza  150 hezar lîreyên Sûrî kirin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku dagiarkeran jin berin girtîgeha navenda navçeyê.

Beriya çar rojan jî hêzên dagirker jina bi navê Emîna Ebdo a ji gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrawayê revandin û birin cihekî ne diyar.

ANHA