Buroya Meclisa Jinên Sûriyeyê li kantona Girê Spî hate vekirin

Li bajarê Girê Spî ya herêma Firatê, buroya Meclisa Jinên Sûriyeyê bi merasîmekê hate vekirin.

12 îlon, 2018   14:38

GIRÊ SPÎ

Bi armanca  vekirina buroya Meclisa Jinên Sûriyeyê li bajarê Girê Spî  li taxa Îskan a bajêr merasîmeke pêk hat.

Di merasîmê de Berdevka Fermî ya Meclisa Jinên Sûriyeyê Lîna Berekat û nûnerên meclisên jin ên herêmên Bakurê Sûriyeyê, saziyên sivîl û bi dehan jinên bajêr di merasîmê de amade bûn.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê gelek axaftin hatin kirin.

Bi navê Meclisa Giştî ya Jinên Sûriyeyê Lîna Berekat, Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Sûzan Bercis, Rêvebera Buroya Jin a Meclisa Sûriyeya Demokratîk Emîna Salih, bi navê Kongreya Star a Girê Spî Heyfa Muslim, Endama Komîteya Jin a Girê Spî Rewda Mihemed, Rêxistina Jina PYD Bêrîvan Hesen û bi navê Buroya Meclisa Jin a Reqayê Zehra Mustefa axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de vekirina buroyê li hemû jinên kantona Girê hate pîrozkirin û hêviya serkeftinê hate xwestin. Her wiha hate gotin ku, Meclisa Jinên Sûriyeyê dê ji bo pêşxistina asta hemû jinên Sûriyeyê bixebite.

Piştî axaftinan, şîrta buroyê ji aliyê dayikên aştiyê ve hate qutkirin.

ANHA