Dewletên Erebî destwerdana Tirkiye û Îranê di aloziya Sûriyeyê de şermezar kirin

Siûdiyê, Îmarat, Behrên û Misrê destwerdana Tirkiye û Îranê di aloziya Sûriyeyê de şermezar kirin û van dewletan diyar kirin ku ev destwerdana wan encamên metirsîdar bi xwe re tîne û şerê naxweyî li herêmê dijwar dike.

Dewletên Erebî destwerdana Tirkiye û Îranê di aloziya Sûriyeyê de şermezar kirin
12 îlon, 2018   10:29

NAVENDA NÛÇEYAN

Siûdiyê, Îmarat, Behrên û Misrê daxuyaniyeke hevbeş li dijî destwerdana Tirkiye û Îranê di aloziya Sûriyeyê de dan.

Van dewletan di daxuyaniya xwe de ku komîteya wezaretên ereban ên çaralî pêk tîne wiha gotin: "Em berdewamkirina destwerdana Îranê û Tirkiyeyê di aloziya Sûriyeyê de şermezar dikin. Ev destwerdana wan dê encamên metirsîdar li ser paşeroja Sûriyeyê û serweriya wê û ewlehî û aramiya wê û yekîtiya wê ya niştimanî û aştiya herêmî bi xwe re bîne."

Komîteya çaralî piştî civîna xwe ya asyî ya 150 ya meclîsa Yekîtiya Ereban li ser asta wezîrên karên derve li Qahîre diyar kirk u ev destwerdan alîkariya xebatên çareserkirina aloziya Sûriyeyê nake û Tirkiye, Îran û Rûsya bi riya çalakiya Astana tenê hewl didin berjewendiyên xwe di Sûriyeyê de biparêzin.

Di daxuyaniyê de her wiha êrîşî Îranê hate kirin ku ew şerê navxweyî li dewletên erebî gur dike û alîkariyê bi milîsên terorîst re li hin dewletên erebî dike.

Komîteyê di daxuyaniya xwe de got ku di encama van destwerdanan de ewlehiya netewî ya erebî têk diçe û xebatên herêmî û navnetewî ji bo çareserkirina doz û aloziyên herêmê asteng dike.