Parka El-Kesra zarokên Dêrazorê hembêz dike

Şêniyên Dêrazorê dixwazin 7 salên tarîtiya DAIŞ'ê ji bîr bikin û ji hişên xwe biavêjin. Di wan salan de şêniyan ji ber belayên şer gelek azar kişandin. Lê piştî rizgarkirina bajêr ji aliyê QSD'ê ve, ji nû ve vegerîn jiyana xwe ya normal.

Parka El-Kesra zarokên Dêrazorê hembêz dike
Parka El-Kesra zarokên Dêrazorê hembêz dike
Parka El-Kesra zarokên Dêrazorê hembêz dike
Parka El-Kesra zarokên Dêrazorê hembêz dike
Parka El-Kesra zarokên Dêrazorê hembêz dike
Parka El-Kesra zarokên Dêrazorê hembêz dike
12 îlon, 2018   06:28

HEMED EL-MISTEFA - FEDÎ EL-FARÛQ / DÊRAZOR

Îsal rengekî xwe yê taybet heye. Şêniyên Dêrazorê piştî derbasbûna 7 salên dagirkeriyê ji aliyê DAIŞ'ê ve, ji nû ve rûyê wan piştî rizgarkirina QSD'ê geş bû.

Kameraya ajansa me li navçeya El-Kesra geriya û tevgera zarokan di nav parka navçeyê de şopand. Li parkê yarî û lîstokên hêsan hatine danîn. Ken li ser rûyê zarokan naçe.

Bêyî çavdêrî û berpirsek ku nefesa wan qut bike û bêyî aliyekî ku hewl dide fikra xwe di serê wan zarokan de biçîne, zarok dilîzin û heta çavên wan dikenin. Ev tişt bi saya serkeftinên QSD'ê pêk hat û aramî û ewlehî li herêmê bi cih anî.

Têkildarî mijarê zaroka bi navê Xedîce wiha got: "Me nizanî lîstokên çi ne, em hin lîstokên din dixwazin. Li gel me ajnegeh, lîstokgeh tune ne. Em stadyûma keç û xortan dixwazin."

Her wiha zaroka du salî bi navê Henîn kêfxweşiya xwe bi peyvên zaroktî anî ziman û got: "Lîstok pir xweş in, ez dixwazim bilîzim."

Dayika zarokekî ya bi navê Sebîhe wiha axivî: "Zarok ji hemû tiştên xwe yên zaroktiyê bê par mabûn. Xwestin demên xwe dagirin lê beyî ku nas bikin ka çi rast e yan şaş e. Lê bi hebûna lîstokan em bi aramiyê hesiyan." Her wiha Sebîhe hêvî kir bernameya parkan ji vê bêtir bi pêş bikeve û gelek beşên din wekî ajnegeh û stadyûm vebin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Rêxistina Concorn lîstok pêşkeş kirin û bi hevkariya komîte û şaredariyên ên saziyên xedemî yên Meclisa Sivîl a Reqayê heta temamkirina jinûveavakirina binesaziya hemû beşên Dêrazorê xebatê dişopîne.

(şx)

ANHA