Girtiyên PKK û PAJK’î ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan dest bi grêva birçîbûnê kirin

Bi hezaran girtiyên PKK`yî û PAJK’î yên li zindanên Tirk ji îro û pê ve dest, ji bo sê rojan dest bi girêva birçîbûnê kirin. Daxwaza girtiyan ew e ku tecrîda li ser Ocalan were rakirin û girtiyên nexweş werin berdan.

Girtiyên PKK û PAJK’î ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan dest bi grêva birçîbûnê kirin
12 îlon, 2018   06:39

NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser navê bi hezaran gritiyên PKK’yî û PAJK’î yên li zindanên Tirkiyê Denîz Kaya heftiya bihurî daxuyaniyek da û bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê  Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tehdeya li ser gritiyên nexweş.

Denîz Kaya ragihandibû ku ji 12’ê Îlonê û pê ve ew ê bi mebesta hişyaridayinê dest bi grêva birçîbûnê ya 3 rojan bkin. Girtiyan çalakiya xwe îro dane destpêkirin.

(kc)