Jinên li Til Hemîsê li dijî tecrîdê daxuyanî dan

Ji bo şermezarkirina tecrîda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, endamên Rêxistina Kongreya Star a navçeya Til Hemîsê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hate gotin: "Dewleta Tirk li ser rakirina koka gelan û qirkirinê gelê azad ava bûye."

Jinên li Til Hemîsê li dijî tecrîdê daxuyanî dan
11 îlon, 2018   15:10

QAMIŞLO

Daxuyanî li ber avahiya Kongerya Star a navçeya Til Hemîsê ji aliyê endama rêveber a Kongreya Star Cewze El-Hasûd ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê bang li saziyên civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku binpêkirinên xwe yên der heqê Ocalan de rawestîne.

Jinan di daxuyaniyê de diyar kirin ku armanca tecrîdê têkbirina destkeftiyên gelê Bakurê Sûriyeyê û projeya wî ya demokratîk a li dijî fikirê dewlet û desthilata navendî ye û wiha hate domandin: "Tecdîrkirin pêkirineke hovane ye, Dewleta Tirk li ser rakirina koka gelan û qirkirinê gelê azadxwaz ava bûye."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku pergelên serwer li dijî qanûnên navdewletî tevdigerin û wiha pê de çû: "Ji kiryarên herî qirêj ku heya niha hatî kirin, komkujiyên der heqê kênetew, gel, ol û hwd e. Ne tenê gelê Suryan, an jî Ermen, an jî Kurd û Ereb rastî van komkujiyan bi armancên qirkirên hatin. Hemû gel bûne hedefa pergalên desthilatdar.

Osmanî, Bass û şofîstên Ereb ji berê de û heta niha niha siyasetê qirêj dimeşînin û planan derdixistina fitne û tevliheviyê di navbera civakê de çêdikin. Ya herî dawî bûyerên ku li Qamişloyê rû dane ye. Li aliyekî din jî , encama civîna her sê dewletan Îran, Tirkiye û Rusyayê de gelek komplo bi armanca qirkirinê hatin pilan kirin divê em ji van komployan baldar bin.

Darvekirina her sê çalakvanên kurd ji aliyê rêjîma Îranê ji van pilanan ne dûr e. Wek din jî dewleta Tirk heman siyaseta qirkirinê dimeşîne, bi rêya çeteyên xwe li Efrînê hemû cureyên kiryarên dijî mirovî der heqê sivîlan û xwezayê de pêk tîne. Lê li hemberî wê gel silogana berxwedanê bilind kir û em ji wan komplogeran re dibêjin her çi qas hûn zextê li me bikin, em ê teslîmkariyê qebûl nakin Azadî ji rêber Ocalan û Efrînê re û serkeftin ji hêzên me re."  

Daxuyanî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana gelê Bakurê Sûriyeyê ya li hember zilmê bi dawî bû.

(şx)

ANHA