Şehîd Suheyîb li Dêrazorê hate oxirkirin

Bi sedan welatiyên Dêrezorê cenazeyê şehîd Suheyîb li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen oxir kir.

Şehîd Suheyîb li Dêrazorê hate oxirkirin
Şehîd Suheyîb li Dêrazorê hate oxirkirin
Şehîd Suheyîb li Dêrazorê hate oxirkirin
Şehîd Suheyîb li Dêrazorê hate oxirkirin
Şehîd Suheyîb li Dêrazorê hate oxirkirin
Şehîd Suheyîb li Dêrazorê hate oxirkirin
Şehîd Suheyîb li Dêrazorê hate oxirkirin
11 îlon, 2018   12:27

DÊRAZOR

Bi sedan welatiyên gundên rojhilat û rojavayê Dêrazorê, endamên Meclisa Sivîl a Dêrazorê, Meclisa Zagonsaz, Meclisa Malbatên Şehîdan û şervanên QSD'ê di merasîma cenaze de amade bûn.

Welatiyan cenazeyê şehîd Suheyîb (Ebdullmecîd El-Emir) ku di 8'ê Îlonê de di hemeleya Bagera Cizîrê de li herêma El-Sebhê şehîd bûbû, wergirt û bir Goristana Şehîd Hanî El-Hesen.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê û toreneke leşkerî dest pê kir. Paşê fermandarê QSD'ê Sîf El-Esker axivî û wiha got: "Çi qas em behsa lehengiya şehîdan bikin, em heqê wan nadin, şehîdan hemû gel kirin yek û ji bo welatiyan ji zilmê xelas bikin şer kir û şehîd bûn."

Serokê Meclisa Zagonsaz Merwan El-Fetîh jî wiha axivî: "Şehîdan xwîna xwe ji bo xaka xwe da, wan parastina gelê xwe kir heta ku gihaştin asta şahadetê. Em bejna xwe li ber wan ditewînin û soza şopandina rêya wan didin."

Paşê endama rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan Wefaa El-Celal nasnameya şehîd xwend û radestî malbata şehîd kir. Cenazê şehîd di nava tilîliyên dayikan û dirûşmên silavkirina şehîdan de spartin axê.

(jo)

ANHA