′Azadiya Ocalan mîsogeriya azadiya gelên Rojhilata Navîn e′

Şêniyên navçeya Til Hemîs tekez kir ku azadiya rêberê neteweya demokratîk Abdullah Ocalan mîsogeriya azadiya gelan û aştiya li Rojhilata Navîn e.

′Azadiya Ocalan mîsogeriya azadiya gelên Rojhilata Navîn e′
′Azadiya Ocalan mîsogeriya azadiya gelên Rojhilata Navîn e′
′Azadiya Ocalan mîsogeriya azadiya gelên Rojhilata Navîn e′
′Azadiya Ocalan mîsogeriya azadiya gelên Rojhilata Navîn e′
′Azadiya Ocalan mîsogeriya azadiya gelên Rojhilata Navîn e′
′Azadiya Ocalan mîsogeriya azadiya gelên Rojhilata Navîn e′
′Azadiya Ocalan mîsogeriya azadiya gelên Rojhilata Navîn e′
′Azadiya Ocalan mîsogeriya azadiya gelên Rojhilata Navîn e′
′Azadiya Ocalan mîsogeriya azadiya gelên Rojhilata Navîn e′
11 îlon, 2018   12:02

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîs, gundewarên wê û ciwanên çalakvan bi armanca destekdayîna gelê Efrînê ku der barê wan de kiryarên hovane ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin, mal û milkên wan hatin talankirin û wêrankirin, bi sedan ji şêniyên kantonê ji aliyê dagirkeran ve hatin revandin, her wiha ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xist.

Ciwanan li dijî tecrîda ku ji aliyê hikumeta AKP`ê ve li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah tê meşandin, binpêkirinên ku li Efrînê têne kirin, bêyî ku tu rêxistinên mirovî helwestên xwe nîşan bidin û gelê Kurd neçarî koçberiyê kirin, hêrsa xwe diyar kir.

Di meşê de ala Yekitiya Ciwanên Rojava (YCR) û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan. Meş ji ber navenda Meclisa Navçeya Til Hemîs dest pê kir û li hemû kolanên sereke geriya û li pêşiya çerxerêya şehîdan veguherî mitîngê.

Di mitîngê de endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ê Meclisa Kantona Qamişlo Mezlûm Yûsif axivî û sersala hicrî li hemû gelên misilman pîroz kir û diyar kir baweriya wan bi biratiya gelan bê ferq û cûdatî di navbera gelan de heye. Yûsif diyar kir ku armanca wan ji lidarxistina mitîngê, destekdayîna berxwedana gelê Efrînê ye, her wiha ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan e ku gel gihand aramî û ewlehiyê.

Yûsif der barê bûyerên dawîn de ku li bajarê Qamişlo qewimîn, destnîşan kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hêvî ne ku tiştên wisa di navbera wan û hêzên rêjîma Sûriyeyê de dubare nebin û ew ê bi rêya nîqaşan tiştên wisa çareser bikin.

Di dawiya mitîngê de daxuyaniyek ji aliyê komîteya ciwanên navçeya Til Hemîsê ve hate xwendin. Daxuyanî ji aliyê Xewla Hisên ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ciwanên navçeya Til Hemîs, Bakurê Sûriyeyê bi hemû pêkhate û êlên xwe heta dawiyê dê bi gelê Efrînê bin ku ji aliyê dagirkeran ve kiryarên hovane li ser pêk hatin.

Her wiha di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hikumeta AKP`ê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdê dimeşîne û ji sala 2015`an ve tu agahî jê nehatine wergirtin, ji ber ku di felsefeya Ocalan de banga demokrasî û biratiya gelan heye.

Di berdewama daxuyaniyê de bang li hemû ciwanan hate kirin ku ji bo rizgarkirina gelê Kurd û azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi lehengî li dijî zilm û zordariyê bisekenin, li ser rêya şehîdan bimeşin.

Daxuyanî bi dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû.

(bx)

ANHA