Rûsya tevgerên 'Rojhilat 2018' li Sibîryayê dest pê dike

Rûsya di dîroka xwe ya nûjen de mezintirîn tevgera leşkerî di bin navê "Rojhilat 2018" de li Sibîryayê dest pê kir.

Rûsya tevgerên 'Rojhilat 2018' li Sibîryayê dest pê dike
11 îlon, 2018   08:43

NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya karûbarên çapemeniyê ya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro ragihand ku Rûsya di dîroka xwe ya nûjen de mezintirîn tevgera leşkerî di bi navê "Rojhilata 2018" li Sibîryayê dest pê kir.

Di van tevgerên leşkerî de mijarên tatbîqatên tîmên leşkerî li gorî berjewendiya mîsogerkirina ewlehiya leşkerî ya Rûsyayê xebat dê bêne meşandin.

Wezareta Parastinê destnîşan kir ku armanca sereke ya van tevgeran ew e ku amadekariya dezgehên rêveberî yên leşkerî di plankirin û pêkanînê de were piştrastkirin da ku hêz ji deverên dûr ji nû ve bêne komkirin. Her wiha koordîneya di navbera tîmên bejahî û hêzên deryayî de pêk were û fermandar û fermandarî pisporiya xwe di rêvebirina hêzan de xurt bikin.

Tevger li ser du qonxanan pêk tê; di qonaxa yekemîn de dê komên leşkerî li Sibîryayê bêne belavkirin û tîmên hêzên deryayî li deverên deryayî yên bakur û Sibîryayê bêne zêdekirin.

Di qonaxa duyemîn de jî fermandar û baregeh dê birêvebirina tîmên hevbeş di navbera hêzan de bikin û tedbîrên parastin û êrîşan wergirin.

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu beriya niha ragihand ku nêzî 300 hezar leşker, 36 hezar tank û panzêr û bêtirî hezar helîkopter û balafirên bêpîlot dê beşdarî tevgerê bibin.