Silêman Cafer: Heke şerê Ildibê dest pê bike dê hinek alî sûdê jê wergirin!

Serokê  Desteya Têkiliyên Derve yê kantona Efrînê Silêman Cafer got hewldan ji aliyê Îran û Rûsyayê ve hene ku şerê Idlibê zû bikin. Her wiha destnîşan kir ku hindek alî hene ku bi hinceta ku dê li wê derê komkujî çêbin dibêjin ku şer çênabe û diyar kir ku şerê Idilbê dê neyînî bandorê li welatiyên Efrînê bike.

Silêman Cafer: Heke şerê Ildibê dest pê bike dê hinek alî sûdê jê wergirin!
11 îlon, 2018   08:27

ARIF SILÊMAN / ŞEHBA

Serokê Desteya Têkiliyên Derve ya Kantona Efrînê Silêman Cafer ji ajansa me ANHA`yê re li ser rewşa Idlibê û civîna sêalî ya di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de axivî.

Silêman Cafer destnîşan kir ku hêzên navdewletî yên destwerdana karê Sûriyeyê dikin hemû şerê Sûriyeyê xistine Idlibê, piştî ku hemû hêzên terorîst di rêya basên kesk re li parêzgehê kom kirin, dibe ku li Idlibê du tişt çêbin; an lihevkirin an jî şerekî nû lê bi şêwazekî din.

Cafer got :ʺDestwerdanên mezin ên derve li Idlibê, ne ji îro û duh ve ye. Her dewletek dixwaze para mezin ji Sûriyeyê ji xwe re bibe. Niha jî hindek hewldan ji aliyê Îran û Rûsyayê ve ji bo zûkirina şer heye. Ji aliyê din ve jî Amerîka hewl dide şerê Idlibê dest pê neke."

Her dewletek li gorî berjewendiyên xwe li Idlibê dinêre

Cafer destnîşan kir ku Amerîka naxwaze şerê Idlibê dest pê bike, bi hinceta ku parastina sivîlan ji çekên kîmyewî dike amadekariyên derbeyekê dike, her wiha got ew dûr naxin ku Tirkiye bi xwe qaşo topbarana kîmyewî li dar bixe da ku şerê li herêmê berdewam bike.   

Der barê sekna Tirkiyeyê de Cafer got Tirkiye bi hemû hêza xwe hewl dide xwe bi axa Idlibê ve girê bide, ji ber ku Idlibê ji bo wê stratejîk e û wiha pê de çû:ʺWek Desteya Têkiliyên Derve ji beriya 4 salan ve gelek daxuyanî dan û tê de gelê Sûriyeyê bi giştî hişyar dikir ku Tirkiye ne tenê hewl dide Efrînê bi ser xwe ve berde lê belê dixwaze hemû Bakurê Sûriyeyê dagir bike, niha jî hindek ji wan hêzan û aliyên opozîsyonê dixwazin Tirkiyeyê îkna bikin ku ew bi rastî hewl dide hemû Bakurê Sûriyeyê dagir bike.ʺ

Silêman got şerê Idlibê heger dest pê bike yan jî na, dê hindek alî ji vê yekê sûdê wergirin û aliyên hewl didin şerê Idlibê taloq bikin berjewendiyên wan jî ji vê yekê hene.

Dagirkeriya Tirkiyeyê ji Sûriyeyê re komkujiyeke mirovî ye

Cafer girêdayî mijara daxuyaniyên berpirsên Tirk ên  der barê şerê Idlibê de ku dibêjin şer komkujî ye, destnîşan kir ku ji destpêka ku dewleta Tirk a dagirker derbasî xaka Sûriyeyê bûye, komkujiyên mirovî pêk tîne, dewletên ku destê wan di taloqkirina şerê Idlibê de heye wan hişt ku karîsta li Sûriyeyê çêbin, kevir li ser kevir nema û ew aliyên derve û komên girêdayî wan ji hilweşandina ku li Sûriyeyê çêbûye, naşon. Cafer got ew naxwazin ku sivîlek jî birîndar bibe, ji ber ku di şer de her tim sivîl dibin qurban.

Dê bandoreke mezin a şer li ser Efrînê hebe

Cafer der barê bandora şerê Idlibê li ser Efrînê de destnîşan kir ku dê şerê Idlibê bandoreke yekser li ser Efrînê bike û got hê şer dest pê nekiriye, pêlên koçberiyê ji Idlibê ber bi Efrînê ve diçin, dema ku ew qas mirov derbasî Efrînê bibin jixwe dê bandoreke neyînî li jiyana kesên ku li wê derê dijîn bike û heta niha jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê der barê gelê Efrînê de kiryarên hovane pêk tînin.

Encamên civîna sêalî ne baş bûn

Serokê Desteya Têkiliyên Derve ya Kantona Efrînê Silêman Cafer der barê encamên civîna di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyeyê de ku li Tehranê hate lidarxistin, got tu tiştên nû pêk neanî, hemû dosya ji bilî dosya ku Tirkiye dixwaze şer rawestîne lê Rûsya ev yek red kir, mîna berê man. Her wiha redkirina Rûsyayê jî armancên wê hene, tu tişt ji her sê dewletên ku Sûriyeyê bi navê herêmên agirbestê parçe kir, hêvî nakin.

(bx)

NAHA