Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in

Di heman dema Idlib tê topbarankirin de, behsa 3 pilanên der barê herêmê de tên kirin. Di nava wan de pilana Tirkiyeyê û têde veguhestina terorîstan ber bi deverên nêzî herêmên QSD'ê ve bibe armanc dike da ku Tirkiye wan di êrîşên xwe de bikar bîne. Lêvegerê Şîayî yê bilind li Necefê mîxê dawî li tabûta pilanên serokwezîr Heyder Ebadî da.

Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in
11 îlon, 2018   08:15

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa gelek mijarên girîng kirin. rojnameyan behsa rewaş dawî li parêzgeha Idlibê û destpêkirina qonaxeke nû ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji bo tunekirina DAIŞ'ê kirin. Rojnameyan bal kişandin ser rewşa Îraqê û girtina navenda Rêxistina Rizgarkirina Filistînê li Waşintonê û xebatên avakirina hikûmeta Lubnanê û doza kuştina El-Herîrî û hewldanên pêkanîna aştiyê li Yemenê kirin.

Şerq El-Ewsat: "şerê pilanan" li bakurê Sûriyeyê.. Rûsya Idlibê beriya dawiya salê dixwaze

Girêdayî mijar û aloziya Sûriyeyê rojnameyan bal kişandin ser rewşa dawî li Idlibê. Rojnameya Şerq El-Ewsat diyar kir ku piştî têkçûna lûtkeya Tehranê, diyar e paşeroja Idlibê ji aliyê şerê sê pilanan ve diyar dibe:

- Pilana yekemîn; pilana Tirkiyeyê ji bo paşeroja Idlibê: şer û êrîşên Rûsya û Sûriyeyê li dijî wê bêne rawestandin. Endamên Heyet Tehrîr El-Şam çekên xwe radest bikin û ji parêzgehê bêne derxistin. Tabûr bi awayekî ewle ber bi devera tampon û devereke pêşniyar li nêzî bajaroka Çobanbeg a gundewarê bakurrojhilatê Helebê ve bêne şandin, da ku li hemberî "Yekîneyên Parastina Gel" ên kurdî ku alîkariya xwe di nava "Hêzên Sûriya Demokratîk" de ji Waşintonê werdigire bidin şerkirin. Her wiha koçberan ji Idlibê derbasî Efrînê bêne kirin û li şûna Kurdan bêne bicihkirin.

- Pilana duyemîn; daxwazên şandeyê navnetewî Stîfan De Mistûra ku radestî komeleyên sivîl ên Sûriyeyê bêne kirin.

- Pilana sêyemîn; Rûsya dixwaze beriya serê salê serweriya xwe li ser Idlibê di 3 qonaxan de ferz bike:

* Qonaxa yekemîn: Bakurê Hema, Xanşêxûn, Miherêt El-Nuhman, rojavayê Helebê, çiyayên Turkmenan, Cisir Şixor û Deşta Xab.

* Qonaxa duyemîn: riya sereke "M5" ya  di navbera Hema û Helebê de. Riya sereke "M4" ya di navbera Laziqiyê û Helebê de.

* Qonaxa sêyemîn: bakurê "M4" û bajarê Idlibê ber bi sînorên Tirkiyeyê ve.

El-Heyat: Opozîsyon soza "surpirîzan" dide rêjîmê û hişyariyên navnetewî ji karîseteke kambax

Rojnameya El-Heyat ji aliyê xwe ve behsa helwesta komên çete kir û wiha got: "li rex berdewama topbaranên dijwar ji aliyê balefirên Rûsya û Sûriyeyê ve, opozîsyona Sûriyeyê kîna xwe li hemberî hêzên rêjîmê zêde dike û soza surpirîzan û bikaranîna çekên ti carî nehatine bikaranîn dide."

El-Ereb: çarenûsa leşkerên biyanî li Idlibê mij e

Rojnameya El-Ereb diyar kir ku lûtkeya Tehranê ya der barê çareserkirina aloziya Idlibê de têk çû. Her wiha çarenûsa cîhadîstan û leşkerên biyanî yên herî zêde radîkal, li gorî çavdêran astengiya herî sereke li pêşiya lihevkirina der barê Idlibê de ye. Tirkiyeyê di sala 2013'an de xaleke derbasbûnê ji leşkerên biyanî re ber bi Sûriyeyê ava kir.

El-Heyat: QSD'ê şêrê li dijî berîka dawî ya DAIŞ'ê dest pê dike

Rojnameya El-Heyat behsa hemleya Bagera Cizîrê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê li devera herî dawî ya rojhilatê çemê Firatê ya di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de kir û got ku Koalîsyona Navnetewî û QSD'ê çalakiyên xwe yên dawî li dijî DAIŞ'ê li rojhilatê Firatê dane destpêkirin da ku hebûna wê li herêmê tune bike. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku hemleya leşkerî piştî ku QSD'ê û Koalîsyonê tedbîrên xwe yên leşkerî temam kirin, dest pê kir. Her wiha hate ragihandin ku pevçûnên dijwar di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de li ser xetên pêşîn ên aliyê El-Baxoz û El-Hecîn ve rû dane. Her wiha êrîşên ezmanî jî li van deveran pêk hatine. Li gorî çavkaniyên paya bilind QSD'ê li derdora bajaroka El-Hecîn pêşve çûye.

Îraq

Girêdayî mijarên Îraqê rojnameya El-Ereb behsa xebatên siyasî yên avakirina hikûmeta Îraqê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Lêvegera Şîayî mîxê dawî li tabûta xewna Ebadî ya wîlayeteke nû da."

Filistîn

Girêdayî mijarên Filistînê rojnameya El-Heyat bal kişand ser girtina navenda Rêxistina Rizgariya Filistînê li Waşintonê û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Trump desthilatdariya Filistînê bi girtina navenda Rêxistina Rizgariyê ceza dike".

Lubnan

Der barê xebatên avakirina hikûmeta Lubnanê de rojnameya El-Ereb behsa helwesta dadgeha navnetewî der barê kuştina El-Herîrî de kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Seed El-Herîrî li dadgeha Lahay ye û li benda sûcdarkirina kujerên bavê xwe ye".

Girêdayî xebatên avakirina hikûmetê de jî rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Ewn di çalakiya pêkhatebûnê de helwesta xwe dubare dike. Herîrî înîsyatîfeke nû pêk nîne."

Yemen

Der barê hewldanên pêkanîna aştiyê li Yemenê de rojnameya El-Heyat li ser navê rayedarekî Yemenê wiha got: "Hosî aştiya ku şer dereng bixîne dixwazin".