Dewleta dizek: Eserên dîrokî didize

Şûnwarnas Umer Îbrahîm got ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê tîmeke lêkolînên şûnwarî avakiriye da ku devera keleha Nebî Horî (Sîros) lêkolîn bike û da zanîn ku Tirkiye hewl dide bi van lêkolînên xwe û diziya parçeyên kevnar şûnwarên Efrînê tune bike.

Dewleta dizek: Eserên dîrokî didize
11 îlon, 2018   05:41

ŞEHBA / XANDÎ ELO

Şûnwarnas Umer Îbrahîm piştrast kir ku dewleta Tirk a dagirker şûnwarên Efrînê didize û bi vê armancê tîmên lêkolîna şûnwaran li Efrînê ava kirine.

Îbrahîm diyar kir ku piştî ku artêşa Tirk herêma Efrînê dagir kir bi zanebûn şûnwarên Efrînê talan dike û wiha got: "Tirkiyeyê ji destpêka êrîşa xwe ve bi balefiran girê Endanê topbaran kir ku dîroka wê vedigere bi hezaran salan da ku diyardeyên şaristanî li Efrînê tune bike."

Îbrahîm da zanîn ku şûnwarên li Efrînê berhema şaristanî û civakên kevnar in û wiha domand: "Tirkiye dîroka civakan hildiweşîne".

Îbrahîm di axaftina xwe de got ku Tirkiyeyê li Efrînê tîmeke lêkolînên şûnwaran ava kiriye da ku lêkolînên xwe li keleha Nebî Horî (Sîros) a girêdayî navçeya Şera ya Efrînê bikin. Keleha Sîros yek ji deverên dîrokî yên girîng di Sûriyeyê de ye û cihê xwe di lîsteya UNESCO de digre û girêdayî kelehê du pireyên Romanî yên kevnar ku heta niha tên bikaranîn hene.

Îbarhîm got ku Tirkiyeyê çalakiyên lêkolînê li nêzî stasyona tirênê ya kevnar li gundê Meydan Ekbesê dide meşandin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Tevî ku li gorî qanûna navnetewî lêkolînên şûnwaran di salên şer de qedexe ye, dîsa jî Tirkiye van qanûnên navnetewî binpê dike. Em bang li rêxistinên navnetewî yên têkldar dikin ku van destdirêjî û kiryarên Tirkiyeyê li Efrînê rawestînin."

Welatiyekî gundê Beradê yê navçeya Şêrewa ya Efrînê jî diyar kir ku leşkerên Tirk û çeteyên girêdayî wê gelek parçeyên dîrokî û şûnwarên navçeya Şêrewa talan kirine.

Herêma Efrînê yek ji herêmên kevnar û bi şûnwarên şaristaniyên cûda dagirtî ye.

ANHA