YAT`ê rê li pêşiya hedefgirtina sivîlan li Hesekê girt

YAT`ê ya girêdayî YPG`ê operasyoneke lidar xist  û di encamê de madeyên teqemeniyê ku çeteyênê DAIŞ`ê wê li dijî sivîlên Hesekê bikar baniya desteser kir.

YAT`ê rê li pêşiya hedefgirtina sivîlan li Hesekê girt
11 îlon, 2018   06:06

NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Antî Teror (YAT) a girêdayî YPG`ê, derbarê agahiyên derbasbûna madeyên teqemenî ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê li bajarê Hesekê, da ku çalakiyên terorî li dijî sivîlan lidar bixe, operasyonek lidar xist.

Operasyon di 9`ê Îlonê de pêk hat. Di encamê de, YAT`ê gelek cûreyên madeyên teqemenî û gelek cercûrên çekên kîlanşîkof desteser kir.

Çavkaniyekî ji YAT`ê diyar kir ku armanca çeteyan hedefgirtina sivîlan li bajarê Hesekê bû.

(kc)

ANHA