Di kongreya sendîkayan de pêşnûmeya ‘Ji Ocalan re azadî’ hate qebûlkirin

Kongreya 150’î ya Yekitiya Sendîkayên Brîtanyayê (TUC) hate lidarxistin. Di kongreyê de bi  hezaran delege bi yek dengî destek dane ‘Kampanyaya Ji Ocalan re azadî’.

Di kongreya sendîkayan de pêşnûmeya ‘Ji Ocalan re azadî’ hate qebûlkirin
10 îlon, 2018   14:22

NAVENDA NÛÇEYAN

Li kongreyê banga pêşnûmeya ya ‘Ji Ocalan re azadî’ ku Sendîkaya Mamosteyên Skoçî raber kirin û di serî de Unîte The Unîon hemû endaman destek dane, bi yek dengî hate qebûlkirin.

Di pêşnûmeya de hate xwestin ku dewleta Tirk dawî li şerê gemarî yê dijî Kurdan bîne, bi PKK’ê re dest  bi muzakereyan bike û  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were berdan.

Carolîna Yaters, ji Sendîkaya Mamosteyên Skoçî û ji Sendîkaya Nûçegihanên Brîtanî Steve Bîrd, ji Sendîkaya Akedemîsyenên Brîtanyayê Joanna de Groot û ji Sendîkaya Unîte The Unîon Tommy Murphy bi axaftinan desteka xwe nîşan dan.

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya Unîte The Unîonê, Tommy Murpy, ku ev sendîka mezintirîn sendîkaya Brîtanya û Irlandayê ye û 1.5 milyon endamên wê hene, got, ‘’Divê dewleta Tirk demildest dawî li zexta li ser Kurdan bîne’ û bang kir ku bi PKK’ê re dest bi muzakereyan bike.

'Ocalan Mandelayê Rojhilata Navîn e’

Murphy diyar kir çareseriya arîşeyên li Tirkiyê bi aştiya bi Kurdan re û bi azadiya Ocalan pêkan e. Murphy got, "Ocalan Mandelayê Rojhilata Naîn e."

Murphy bi domdarî diyar kir Şoreşa Rojava berhema Ocala e û got, mezintirîn festîvala karkeran a cîhanê Durham Mîners Gala jî diyarî azaiya Ocalan kirin.

Li ser navê Meclisa Gel a Kurd Ercan Akbal û Rizgar Wan jî gotin, desteka têkoşîna sendîkayan a ji bo Ocalan pir girîng e.

Kampanya bi rengekî çalak tê rêvebirin

Sendîkayên Brîtanî ji bo azadiya Ocalan van 2 salên dawî gelek kampanya dane destpêkirin û gelek sendika tevlê bûn. Kampanyaya ‘Freedom for Ocalan’ ji hêla Unîte the Unîon ve, ku bi 1,5 milyon endamên xwe, mezintirîn sendîkaya Ingiltere û Gallerê ye û ji hêla Sendîkaya Karê Giştî (GMB) ve ku 800 milyon endamên wê hene, 2016’an, bi daxuyaniya li Kamaraya Avamê dest pê kiribû. Kampanya ji hêla sendîkayan ve bi rengekî aktîf tê rêvebirin.