Li bajarokê El-Hûs meclisa gel hate avakirin

Meclisa Sivîl a Reqayê li bajarokê El-Hûs ê girêdayî gundewarên rojhilatê herêma El-Keramayê  meclisa gel ava kir.

Li bajarokê El-Hûs meclisa gel hate avakirin
Li bajarokê El-Hûs meclisa gel hate avakirin
Li bajarokê El-Hûs meclisa gel hate avakirin
Li bajarokê El-Hûs meclisa gel hate avakirin
10 îlon, 2018   11:55

REQA

Rûspiyên êlên herêmê, saziyên sivîl, leşkerî û şêniyên bajarokê El-Hûs tev li merasîma vekirina meclisa gel bûn.

Merasîma vekirinê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê hevserokê Komîteya Têkiliyên Giştî ya Meclisa Sivîl a Reqayê Ferhan Hac Îsa, bi navê Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Reqayê Xaliya Kecwan û bi navê rûspiyên êlan Emîr Xabûr axaftin kirin.  

Di axaftinan de vekirina meclisê li şêniyên bajarok hate pîrozkirin û hate destnîşankirin ku meclis bi hemû kadroyên xwe ji bo xizmeta şêniyên El-Hûsê dê bixebite û pirsgirêkên wan çareser bike. Paşê deriyê meclisê ji aliyê endamên Meclisa Malbatên Şehîdan ve hate vekirin.

(bx)

ANHA