Ebadî û şandeyek ji wezîran gihaştin Besrayê

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û şandeyek ji wezîran gihaşt parêzgeha Besra ya başûrê welat da ku rewşa herêmê bişopîne.

Ebadî û şandeyek ji wezîran gihaştin Besrayê
10 îlon, 2018   11:08

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî piştî hefteyekê ji xwepêşandên li dijî rewşa jiyanî bi armanca şopandina rewşa herêmê gihaşt parêzgeha Besrayê.

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Iraqê li ser zimanê çavdêran got Ebadî serkêşiya şandeyeke wezîran dike û tê payîn dê daxuyaniyeke çapemeniyê li dar bixin.

Meclisa Iraqê roja Şemiyê civînek taybet ji bo rewşa Besrayê li dar xistibû. Di civînê de gelek biryar derketin û ji wan ku tîmeke ji wezîran li Besrayê bimîne hate ku erka xwe li wê derê pêk bîne û hemû erkên pêwîst bispêre meclisa wezîran.

Ji meha Tebaxê ve li parêzgeha Besrayê der barî peydakirina xizmetguzariyên sereke yên jiyanî û di serî de ava vexwarinê û kehrebe xwepêşandan têne lidarxistin. Xwepêşandan mezin bûn, hêzên ewlekarî yên Iraqê destwerdan kirin da ku wan xwepêşandanan têk bibin. Di encama wê de hejmarek ji xwepêşandêran hatin kuştin û hindek ji wan jî birîndar bûn her wiha avahî û navendên hikûmetê yên girêdayî partiyan li parêzgehê û seferatxaneya Îranê hate şewitandin.

Piştî civîna meclisê bi rojekê Heyder Ebadî piştî ku alîgirê wî yê siyasî û îtîlafa "Saîrûn" bi serêkêşiya Muqteda El-Sedr dev jê berdan, bi xwepêşandanan re rû bi rû ma. 

(bx)