Komînên Şêrawa alîkariyê li welatiyên Efrînê belav dikin

Îro komîna gundê Ziyare ya girêdayî navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê alîkarî li welatiyên gund belav kir.

Komînên Şêrawa alîkariyê li welatiyên Efrînê belav dikin
Komînên Şêrawa alîkariyê li welatiyên Efrînê belav dikin
Komînên Şêrawa alîkariyê li welatiyên Efrînê belav dikin
Komînên Şêrawa alîkariyê li welatiyên Efrînê belav dikin
10 îlon, 2018   10:35

EFRÎN

Komîn xizmeta welatiyên li navçeya Şêrawa û herêmên Şehbayê dikin, li gorî derfetên heyî av, elektrîk û belavkirina alîkariyê dikin. Îro jî komînên navçeya Şêrawa alîkarî li welatiyên Efrînê ku li navçeya Şêrawa û herêmên Şehbayê dijîn, belav kir.

Der barê mijarê de, endamê komîteya alîkariyê ya navçeya Şêrawa Mihemed Hebeş wiha got: "Ji dema ku welatiyên Efrînê berê xwe da navçeya Şêrawa ve em wek komîte û komînên herêmê her tiştê li ser milê me dikeve, em pêk tînin, elektrîk, av û gelek xizmetên din û alîkariyên mirovî li ser welatiyên ku ji Efrînê hatine, belav dikin."

Li ser awayê belavkirina alîkariyan Hebeş wiha got "Her meh em alîkariyê li welatiyan belav dikin, carekê em li ser welatiyên ku li herêmê dijîn û carekê li welatiyên ku ji Efrînê hatine û li Şêrawa dijîn, belav dikin. Hejmara alîkariyên ku li welatiyên gundê Ziyare tê belav dikin 200 selikên alîkariyê ne û li welatiyên ku hatine gund 400 selikên alîkariyê ne, di her selikekê de çay, şekir, dims, savar, nîsk û mehkerûn heye.”

Hebeş axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em ê heta dawiyê alîkariya gelê xwe bikin ji bo ku welatî pêwîstiya xwe bi tiştekî tune bin."

(jo)

ANHA