Kobanê êrîşa Îranê û bidarvekirina siyasetmedarên Kurd şermezar kir

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Kobanê bi daxuyaniyekê êrîşa Îranê li dijî civîneke partiyên kurdî li Başûrê Kurdistanê û bidarvekirina wê ji siyasetmedarên Kurd re bi tundî şermezar kir.

Kobanê êrîşa Îranê û bidarvekirina siyasetmedarên Kurd şermezar kir
10 îlon, 2018   09:11

KOBANÊ

Li rex destdirêjî û kirinên hikûmeta Îranê û bêdengiya rêxistinên hiqûqî yên navnetewî der barê çalakiyên wê yê bi darvekirina siyasetmedaran û êrîşa wê ya li dijî civîna partiyên kurdî li Başûrê Kurdistanê, îro endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Kobanê der barê mijarê de daxuyaniyek dan û dijberiya Îranê li dijî gelê Kurd bi tundî şermezar kirin.

Daxuyanî li pêşiya navenda Meclîsa Rêveber a bajarê Kobanê hate xwendin. Di daxuyaniyê de li ser navê hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Firatê hate gotin ku di dema ku cîhan behsa mafên mirovan dike, gelek hikûmetên cîhanê bi rêbazên qirêj li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin û li ser vê bingehê li her çar parçeyên Kurdistanê bi hezaran çalakvên Kurd ji aliyê hikûmetên desthilatdar ve tên kuştin û bidarvekirin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hikûmeta millî ya îranê li pêş çavên giştî cîhanê azadîxwazan bi dar ve dike û tevî vê yekê rêxistinên navnetewî yên mafên mirovan li hemberî van kirinan bêdeng dimînin û wiha hate gotin: "di van demên dawî de hikûmeta Îranê sê ciwanên Kurd ku sûcê wan azadî û vîn bûn bi dar ve kirin. artêşa Îranê ji aliyekî din ve jî civîneke partiyên siyasî yên Rojhilata Kurdistanê li bajarê Kowê yê Başûrê Kurdistanê armanc kir û di encamê de 16 beşdarên civînê şehîd bûn."

Di dawiya daxuyaniyê de destdirêjî û kirinên rêjîma Îranê ya faşist bi tundî hate şermezar kirin û saziyên navnetewî ku îdîa dikin ku ew parastina mafên mirovan dikin weke hevkarên Îranê di van sûcdariyan de hatin binavkirin.

ANHA