Bi buhayeke kêm welatiyên gundên rojhilatê Reqayê nan distînin

Komîteya Firnan û Aşan û beşê Zemhêr û zabîta girêdayî Şaredariya Gel a bajaroka El-Kerama, buhaya nan daxist 85 leyreyên Sûrî û hewl dide ku bi awayekî baştir bê çêkirin.

Bi buhayeke kêm welatiyên gundên rojhilatê Reqayê nan distînin
Bi buhayeke kêm welatiyên gundên rojhilatê Reqayê nan distînin
Bi buhayeke kêm welatiyên gundên rojhilatê Reqayê nan distînin
Bi buhayeke kêm welatiyên gundên rojhilatê Reqayê nan distînin
Bi buhayeke kêm welatiyên gundên rojhilatê Reqayê nan distînin
10 îlon, 2018   09:00

FÎRAS TIYAWÎ / REQA

Beşa zabîtê û Zemhêr ya Şaredariya Gel a bajaroka El-Kerama çavdêriya firnan li gundên rojhilatê Reqayê dike û rûxset dan firnên giştî û xwediyên firnên taybet ku dikaribin firnan vekin. Niha hejmara firnan li herêma El-Kerama 19 firne hene.

Piştî ku gundên rojhilatê Reqayê ji aliyê QSD'ê ve hatin rizgarkirin, hemû pêdiviyên jiyanî weke nan hatin peydakirin.

Piştî ku welatî vegeriyan herêmê, buhaya nan bilind bû, heta beriya rizgarkirina herêmê dema ku çeteyên DAIŞ'ê herêm dagir kirbû, buhaya nan bû 250 leyreyên Sûrî.

Komîteya Firnan û Aşan û beşê Zemhêr û zabîta girêdayî Şaredariya Gel a bajaroka El-Kerama dest bi daxistina buhaya nan kir û pêdiviyên firnan weke mazot û ard peyda kir. Niha buhya nan bûye 85 leyreyên Sûrî.

Piştî ku Komîteya firnan û Aşan a girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê hatin avakirin, beşa zabîte û Zemhêr çavdêriya karê firnan ên li gundên rojhilatê Reqayê dikin. her wiha 3 aşên taybet li herêmê vekirin.

Hevserokê beşa zabîtê û Zemhêr li bajarokê El-Kerama Nebîh El-Receb got:"ji bo welatiyan em kar û xebatê dikin, me dikaribû buhaya nan daxista û em ê heta dawiyê çavdêriya firnan bikin."

Endamê Komîteya Firnan û Aşan Mihemed El-Birahîm axivî û diyar kir ku di yekê Çileya 2018`an de, Komîteya Firnan û Aşan hate avakirin, ji bo ku ew alîkariya xwediyên firnan di aliyê xemîr-tûr-ard-xwê bikin, her wiha ew mazotê bi buhayeke kêm li ser firnan belav dikin, ew hewl didin ku gel nanê herî baş bistînin.

(jo)

ANHA