PYD'ê bidarvekirina çalakvanên siyasî yên Kurd bi tundî şermezar kir

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyekê êrîşên artêşa Îranê li dijî Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û diyar kir ku Îran bi van êrîşên xwe serweriya Îraqê û Herêma Başûrê Kurdistanê binpê dike. PYD'ê her wiha bidarvekirina çalakvanên siyasî yên Kurd bi tundî şermezar kir.

PYD'ê bidarvekirina çalakvanên siyasî yên Kurd bi tundî şermezar kir
10 îlon, 2018   08:54

NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya helwestên li hemberî êrîşên Îranê li dijî Başûrê Kurdistanê de û bidarvekirina wê ya çalakvanên Kurd, PYD'ê êrîşa Îranê û bidarvekirin wê ji çalakvanên Kurd re ku herî dawî Ramîn Pinahî, Zanyar û Luqman Muradî bi darve kirine di daxuyaniyekê de bi tundî şermezar kirin.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin ku artêşa Îranê di 8'ê Îlûnê de bi fûzeyan civîneke partiyên siyasî yên Rojhilata Kurdistanê li bajarê Kowê armanc girt û di encamê de hin beşdarên civînê şehîd bûn û wiha hate destnîşankirin: "Ev dijberiya Îranê piştî rêze bidarvekirinên li dijî çalakvanên siyasî yên Kurd pêk hat."

Di daxuyaniyê de wiha hate domandin: "Em weke endamên Meclîsa Giştî ya PYD'ê êrîşa li dijî serweriya Îraqê bi tundî şermezar dikin. Em siyasetên Tehranê ya dijberiya doza Kurdî li Îranê û derveyî wê şermezar dikin. Ev siyaseta wê tenê şer gurtir dike û hemû alî û di serî de sîstemên desthilatdar ku nikarin xwe ji nû ve ava bikin jê ziyanê dibînin.

PYD'ê wiha li daxuyaniya xwe zêde kir: "ji dema damezrandina PYD'ê ve û heta niha me zelal kir ku ne pêkan e netewek li ser hesabê neteweke din were avakirin. Nirxên dîrokî di encama xebatên afrîner ên hemû gelên Rojhilata Navîn de pêk hatine. Her wiha li gorî baweriya me xwespartina yek mezhebên olî ji bo pişaftina bawerî û kêmnetewên cûda bê sûd e. Îran weke Tirkiyeyê aloziyekê jiyan dike û hewl didin bi destwerdana dewletên cîran aloziyên xwe pûç bikin û ji berpirsyariya xwe birevin. Çareserî bi rêveberiyên xweseriyên demokratîk pêk tê û ji bo jiyana hevbeş di navbera gelan de çavên hemû gelên Rojhilata Navîn li serkeftina vê projeyê ne."

Di dawiya daxuyaniyê de PYD'ê sersaxî ji giştî gelê Kurd û hêzên demokrasîxwaz re xwest û şifa ji birîndaran re xwest.