YPG`ê li çeteyan da, kuştî û birîndar hene

YPG`ê diyar kir ku li navçeya Malbata li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek pêk anîn. Di encamê de, du çete hatin kuştin.

YPG`ê li çeteyan da, kuştî û birîndar hene
8 îlon, 2018   06:08

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî encamên çalakiya şervanên YPG`ê li navçeya Mabata aşkere kir.

Daxuyaniya YPG`ê wiha ye:

ʺDi çarçoveya pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê li Efrînê de, çalakiyên hêzên me li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê didomin.

Di dîroka 7`ê Îlonê de yekîneyek me, li herêma gundê Omera ya girêdayî navçeya Mabeta li hember kombûnek çeteyên girêdayî koma Cebhet el-Şamiye çalakiyek bi bandor pêk anîn. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, çeteyek jî brîndar bû.ʺ

(kc)