Qedexeya derketina derve li Tebqayê rabû

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Tebqayê qedexeya derketina derve li herêma Tebqayê rakir. Lê operasyona li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ`ê dewam dike. 

Qedexeya derketina derve li Tebqayê rabû
8 îlon, 2018   05:49

TEBQA

Têkildarî mijara rakirina qedexeya derketina derve li Tebqayê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Tebqayê li ser malpera xwe ya fermî ya Facebookê biryarnameyek weşand.

Biryarname wiha ye:

ʺHêzên me yên ewlekarî û leşkerî ji berbanga roja Înê 07.09.2018`an ve, dest bi operasyoneke berfireh li dijî aliyên ku ewlekariya herêmê xerab dikin û selametiya welatiyên Tebqa û gundewarên wê dikin xetereyê, kir. Piştî ku operasyona me piraniya armancên xwe pêk anî  û xetere rabû, me ev biryar derxistin:

1-Qedexeya derketina derve li ser bajar û gundewarên Tebqayê ji 08.09.2019’an ji saet 07:00’an ve hat rakirin.

2-Hêzên me yên ewlekarî û leşkerî operasyona xwe dewam dikin da ku erka xwe bi awayekî giştî pêk bînin.

3-Pêwîst e hemû welatî li gorî biryarnameyê tev bigerin û ji aliyên ewlekarî û leşkerî re bibin alîkar da ku selameta xwe û herêmê biparêzin.

4-Ev biryarname ji dîroka 08.09.2018’an ji saet 07:00’an ve dikeve meriyetê.ʺ

Duh Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Tebqayê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ`ê operasyoneke berfireh da destpêkirin, di heman demê de qedexekirina tevgera çûyîn û hatinê ragihandibû.

(kc)

ANHA