‘Li Tebqayê bi dehan şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê hatin girtin‘

Hêzên Ewlekariya Hundrîn a bajarê Tebqayê bi daxuyaniyekê tekez kir ku wan di operesyonên xwe ku li bajarê Tebqayê destpê kirine de, bi dehan şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ`ê ku hewl didan li herêmê tevlîheviyan derxînin, girtin. Her wiha spasiya şêniyên bajar kirin ji ber ku alîkariya wan dikin.

‘Li Tebqayê bi dehan şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê hatin girtin‘
7 îlon, 2018   13:34

TEBQA

Hêzên Ewlekariya Hundrîn a bajarê Tebqayê li ser çalakiyên ku li dijî şandeyên veşartî yên DAIŞ‘ê dane destpêkirin daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

"Ji bo pêkanîna pilana îstixbaratên girêdayî hêzên Ewlekariya Hundrîn li dijî şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ`ê, hêzên me yên ewlekariyê û bi alîkariya QSD`ê gelek şaneyên veşartî girtin.

Hêzên me bi hevkariya hêzên din ên ku tev li operasyonê bûne, çalakiyên xwe yên taybet ji roja Înê 7`ê Îlonê ve destpê kir û heta niha jî didome. Heta niha li bajarê Tebqa, gundewarên wê, bajaroka El-Cerniye, El-Mensûra, xeta başûrê çemê Firatê û hate gundê El-Ekîrşî operasyonên taybet li dijî şaneyên veşartî hatine lidarxistin."

Li gorî Berpirsê operasyonên Ewlehî, bi dehan şaneyên veşartî yên ku hewl didan li herêmê tevlîheviyên mezin çêbikin, hatin girtin.

Hêjaye gotinê ye ku welatiyên Tebqayê alîkariya hêzên Ewlekariyê kirin û ji ber vê yekê operasyonên ewlehî bi awayekî baş derbas dibin."

(bx)

ANHA