Balafirên şer ên Rûsyayê gundewarên Idlibê topbaran dike

Balafirên şer ên Rûsyayê beriya civîna serokên Rûsya, Îran û Tirkiyeyê, 11 caran êrîşî herêmên gundewarên Idlibê kir.

Balafirên şer ên Rûsyayê gundewarên Idlibê topbaran dike
7 îlon, 2018   11:30

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku balafirên şer ên Rûsyayê herêmên gundewarên başûrê Idlibê topbaran kir. Piştî ku balafiran deverên ji bajaroka El-Temanaa, herêmên ji gundewarên başûrê Idlibê, derdor û navenda bajaroka Kefer Zîta û herêma Wadî El-Eniz topbaran kirin, ev du rojin ku dîsa herêmên derdora bajaroka El-Hebît, herêmên li ser sînorê rêveber ê parêzgeha Idlibê û hindek deverên din ji herêma Til As topbaran dike. 

Li gorî navenda Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku balafirên şer ên Rûsyayê ji roja Sêşemê 4`ê Îlonê de wan herêman topbaran dike. Di encama wê de 13 sivîl di nav de 6 zarok û 4 jin hatin kuştin. Her wiha topbaran li ser sêkoşeya rojavayê Idlibê – çiyayên Laziqiye yên bakur û Sehil El-Xab hatin kirin û di encama wê de 30 sivîlên din jiyana xwe ji dest dan.

Balafirên şer heta niha 11 caran gundên başûrê Idlibê topbaran kiriye, her wiha balafir li ser asîmanê herêmê jî digeriya. Balafiran 7 caran bajaroka El-Hebît û derdora wê topbaran kir û 2 caran jî Til As û 2 caran jî berdora bajarê Xan Şêxûn topbaran kir.

Hêzên rêjîma Sûriyê herêmên bajaroka El-Hebît ên gundewarên başûrê Idlibê topbaran kir. Di encama wê de zererên madî çêbûn bêyî ku tu agahî der barî ziyanên mirovahî werin bidestxistin.

Topbaran beriya civîna serokên Tirkiyê, Rûsya û Îranê ji bo nîqaşkirina berjewendiyên her sê aliyan li Sûriyê û nîqaşkirina dosya Idlibê, hat.

(bx)